Li Almanya’yê zêdeyî milyonek Kurd dijîn lê bele beşdarbûna Kurdan a di siyaseta Almanya’yê de ne ewqas zêde ye. Hevdem nifşa nû her ku diçe bêhtir bala xwe dide siyasetê.
Xortê Kurd San Jola jî yek ji wan ciwanan e. Xwendekarê pola 12’emîn a Gymnasium’ê di warê siyasetê de gelek çalak e. Xortê ji Witten’ê bi zaroktî li Almanya’yê dijî lê paşê tevî malbata xwe vedigere Başûrê Kurdistan’ê û piştî demekê ew careke din tên Almanya’yê. Anku him jiyana li welêt û him jî jiyana li Almanya’yê ji jiyana wî xortî de xwedê cihekî girîng e.
Em jî di vê xeleka xwe de pê re li jiyana wî û kar û xebatên wî yên siyasî de dipeyivin.