Live hören
Jetzt läuft: Tshwala Bam (Radio Edit) von Yuppe TitoM feat. S.N.E & Eeque

Mafên mirovan ji bo hemûyan - bi hev re li dijî nijadperestiyê COSMO Kurdî 15.03.2024 25:53 Min. Verfügbar bis 15.03.2029 COSMO


Download Podcast

CIVAK

Newroz û pirrengiya civakî

Stand: 15.03.2024, 10:46 Uhr

Hefteya buhurî bi boneya sersala Kurdî Newroz’ê di parlamentoya NRW’ê de resepsiyoneke hat li dar xistin. Dirûşmeya vê kombûnê jî “Mafên mirovan ji bo herkesî” bû.

Von Kamil Basergan

Zwei Hände halten ein Schild mit der Auschrift "Menschenrechte sind keine Frage der Herkunft oder des Einkommens" hoch.

Mafên mirovan ji bo herkesî- bi hev re li dij nijadperestiyê

NRW eyalteke koçberan e. Zêdeyî ji sedî 30’ê xelkê ku li NRW’ê dijî xwedî serpêhatiyeke koçberiyê ye. Ev pirrengiya ku mohra li NRW’ê dixe, wê herweha xurttir jî dike. Li vê eyaltetê gelek rêxistin, dezgeh û komele jî hene, ku di warê mafên mirovan, dij-cudakarî û civakeke pirreng a sivîl kar dikin.

Für die Menschenrechte auf die Straße

Vê dawiyê pêleke nefreta li dij mirovan, tundrewiya rastgir û nijadperestiyê rabûye, ku di diemên weha de bêhtir kes dibin mexdûrê cudakariyê. Lê ew kes bi tevkariya van dezgehantên cem hev û hewlê didin him xwe dîtbar bikin him jî di warî de hişmendiya civakê xurttir bikin.

Hefteya buhurî bi boneya sersala Kurdî Newroz’ê di parlamentoya NRW’ê de resepsiyoneke hat li dar xistin. Dirûşmeya vê kombûnê jî “Mafên mirovan ji bo herkesî” bû.