Live hören
Jetzt läuft: MAMA EH von Elyanna

Êdî ji bo penaxwazan perê neqdî nîne COSMO Kurdî 16.02.2024 23:47 Min. Verfügbar bis 15.02.2029 COSMO


Download Podcast

CIVAK

Ji bo penaxwazan êdî perê neqdî nîne

Stand: 16.02.2024, 10:43 Uhr

Hikûmetê dawiya parsal di warê alîkariya darayî ya ji bo penaxwazan de biryara guhertinekê dabû. Li gor vê yekê penaxwaz dikarin alikariya darayî bistînin lê belê di teşeyeke din de.

Von Kamil Basergan

Offenburg: Ein Geflüchteter hält eine Debitcard in der Hand

Ji sala 2024’an û pê ve penaxwaz nema dikarin pereyê neqdî bistînin û di şûna wê de ewê wekî karteke kredîtê bidin wan û dikarin pêdiviyên xwe bi vê kartê terxan bikin.Kart ewê bi tenê bidin penaxwazan.

Konferansa serokwezîrên eyaletan li ser vê yekê li hev kir û li 14 ji 16 eyaletan ewê kartên bi vî rengî werin bi kar anîn. Lê belê Bavyera û Mecklenburg-Vorpommern herçend wan jî îmze avêtin binê vê biryarê, dixwazin vî karî bispêrin ser dezgehên din ên xizmetdayînê. Niha penaxwazên mezin dikarin di navbera 368 heta 460 Euro’yan alîkariya bistînin û ev rêje bi hatina kartan jî nayê guhertin.

Cosmo Kurdî jî di vî warî bi hevjînên Payman Hassan û Rebar Osman dipeyive. Herweha agahiyên bêhtir û helwest û dîtinên çendîn siyasetmedaran a di vî warî de jî di podcasta me de ne.