Live hören
Jetzt läuft: Oulala von Chilla

Dîaloga navbera Kurdên Musulman û Êzîdiyan COSMO Kurdî 06.10.2023 34:12 Min. Verfügbar bis 05.10.2028 COSMO


Download Podcast

ROJEV

Dîaloga Kurdên Musulman û Êzîdiyan

Stand: 08.10.2023, 10:24 Uhr

Em vê heftê li ser dîaloga di navbera Kurdên Musulman û Êzîdiyan de hûr bibin. Fermanê Şingal’ê ya sala 2014 mînaka dawî ya komkujiyên hov ên ser Êzîdiyan bû. Lê di dîrokê bi dehan mînakên din hene û di wan re rola Kurdên musulman jî berbiçav e. Kurdisch European Society jî dixwaze platformekê pêşkêşî êzîdî û musulmanan bike da ku ser wan bûyeran bipeyivin. Em jî bi serokê vê rêxistinê Kahraman Evsen re li ser projeya wan û bi rê ve çûna wê dipeyivin.

Von Celil Kaya

Civîna dîaloga navbera Kurdên Musulman û Êzîdiyan

Rojhilatê Navîn, bi taybetî jî Kurdistan di warê ol û baweriyan de gelek dewlemend e. Yek ji wan olan jî ola qedîm a Êzdayetî ye, ku dîroka wê digihîje 2 hezar sal beriya mîladê. Bawermendên vê olê ne tenê Kurmancîziman in lê herweha îbadet, dua û qewlên wan jî bi Kurmancî ne.

Tê gûman kirin, li cîhanê di navbera 800 hezar heta milyonek Êzîdî hene, ku dora nîv milyon ji wan li Başûrê Kurdistan’ê û Iraq’ê dijîn. Lê li derveyî Kurdistan’ê herî zêde êzîdî li Almanya’yê dijîn. Herçend amarên fermî nebin jî tê gûman kirin, dora 200 hezar Êzîdî herî zêde li Niedersachsen û Nordrhein-Westfalen dijîn.

Hatina Êzîdiyan a bo Almanya'yê

Êzîdiyên pêşîn di navbera 1964 heta 1973’an ji Tirkiye’yê wekî karkerên mêvan hatine Almanya’yê. Karkerên pêşîn ên Êzîdî çûne Celle û li wê derê di fabrîqeya televîzyonên rengîn a Telefunken’ê de xebitîne. Jixwe îro li bajarê Celle jî dora 3 hezar Êzîdî dijîn, ku Celle bi vî awayî piştî Şingal’ê duyemîn bajar e, ku herî zêde êzîdî lê dijîn.

Di destpêka salên 1980’î de dora 60 hezar Êzîdî li Tirkiye hene. Lê belê piştî darbeya leşkerî ya sala 1980 êdî Êzîdî wekî penaber tên, ku di sala 1982’an de cara pêşîn dadgeha îdarî ya Stade ya Niedersachsen’ê Êzîdiyan wekî komeke di bin tadeyê de nas dike. Heman biryar paşê di 1989’an de li NRW’ê jî derdikeve.

Seredana Herbert Schnoor a bo Tirkiye'yê

Di salên 80’î de, dema ku dadgehên îdarî bi serlêdanên penaberiyê yên Êzîdiyan mijûl in, 1989’an de wezîrê navxweyî yê NRW’ê Herbert Schnoor ê SPD’yî seredana Tirkiye’yê dike, da ku şert û mercên ku Êzîdî tê de dijîn bixwe bibîneSchnoor dibîne, ku Êzîdî ji mafên siyasî bêpar in, nikarin di jiyana civakî de beşdar bin û feqîr û xizan hatine hiştin û malk û milkên wan ji wan tên stendin û li ser musulmanan tên tapo kirin. Herwha Êzîdî ji ber tirsê mecbûr dimînin, ku nasnameyên xwe yên olî veşêrin. Wezîr piştî vegera xwe biryarnamek derdixe û dersînor kirina Êzîdîyan dide rawestandin. Bi vî awayî Êzîdî mafê mayîna li Almanya’yê bi dest dixin.

Di salên 90’î de şerê li Bakurê Kurdistan’ê dijwar dibe û bêhtir Êzîdî berê xwe didin Almanya’yê. Niha li Bakur bi tenê li Wêranşar a Ruha’yê û Qubîn’ê ya Batman’ê gundên êzîdiyan mane. Hejmara Êzîdiyên li seranserî Tirkiye’yê jî kêmî hezar kesan e.

Di destpêka salên 90’î de, piştî ku duyemîn şerê kendavê dest pê dike êdî Êzîdiyên li Iraq’ê jî berê xwe didin Almanya’yê. Di wan salan de herweha Yekitiya Sovyetan jî hilweşiyaye û êdî Êzîdiyên li Gurcistan û Ermenistan’ê jî tên Almanya’yê.

Pêla dawî ya koçberiya Êzîdiyan a ber bi Almanya’yê di sala 2011 de bi destpêkirina şerê navxweyî ya li Sûrî û derketina Daişê ya li Iraq’ê û Fermana Şingal’ê pêk tê.

Tadeya ser Êzîdiyan xwedî dîrokeke dûr û dirêj e

Tadeyên ser Êzîdiyan bi hatina îslamê re dest pê dike. Kurd serê pêşîn di sedsala 10’an de tên musulman kirin.  Hin çavkanî fermana pêşîn dibin heta sedsala 13’emîn. Ew bi zorî tên musulman kirin û yên ku ola xwe naguherînin tên kuştin. Ev yek di dema Osmaniyan de jî berdewam dike. Hetta di derbarê Êzîdiyan de çendîn ferman jî tên derxistin. Kuştina Êzîdiyan ne bi tenê destê leşkerên Osmanî pêk tê. Gelek Kurdên musulman jî di wan kuştinan de beşdar dibin. Hetta hin mîrên Kurdan jî komkujiyên mezin tînin ser Êzîdiyan. Di sedsala 19’an de Bedîrxan Beg û Muhammed Paşa yê Rewandûz dora 70 hezar êzîdî dikujin. Herweha Alayên Hemîdiyê jî li ser navê Osmaniyan komkujiyên mezin tînin serê Êzîdiyan. Wekî din di 1915’an de di dema fermana Ermeniyan de bi sed hezaran Êzîdî jî tên kuştin û ên ku sax difilitin, ew jî bi Ermeniyan re berê xwe didin Qafqasya’yê.

Lewma di hiş û bîra Êzîdiyan de tade û kuştin her hebû ye û behsa 73 yan 74 fermanan tê kirin.