Westdeutscher RundfunkLaden im Store
Bernama Kurdi sonntags um 18 Uhr als Podcast 20 Uhr im Radio Bernama Kurdî her roja yekşemê di saet 18an de podcast, di saet 20an di radyoyê de û tevahîya bernameyê jî wekî podcast dikare were guhdarî kirin.
Serokkomarê Tirk Erdoğan û şandeya pê re vê heftê piştî Bexdad’ê seredana peytextê Herêma Kurdistan’ê jî kir. Ev bû yekem seredana Iraq’ê ya Erdoğan piştî 13 salan.
Di navbera 25 û 27’ê Nîsanê de 1'emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorf’ê bi rê ve diçe û fokusa îsal jî Êzîdî ne. Em jî bi amadekarê festîvalê bi Talat Ekinci re dipeyivin
Li Belçîka'yê komeke nihadperestên Tirk piştî şahiya Newrozê xwest malbatake Kurd lînç bike. Hevdem dadgehea Belçîkî ji ber plansaziya suîqastekê ceza da 2 sîxurên MIT'ê .
Ev hilbjiartin herçend herêmî bûn jî di warê encamên xwe de hilbijartineke dîrokî bû. AKP piştî 22 salan cara pêşîn nebû partiya yekem û CHP serkeftinek bi dest xist.
Fîlma dawî ya derhênêra Kurd Soleen Yusef di çarçoveya 74’emîn festîvala Berlîn’ê Berlinale de hat nîşan dayîn. Fîlm behsa fûtbolvaneke ji Rojava'yê Kurdistan'ê de dike.
Civaka Kurdî ya Almanya’yê anku Kurdische Gemeinde Deutschland (KGD) rêxistineke sîwanê ya 31 komeleyên Kurd û Almanan e li 8 eyaletan. KGD îsal 30 saliya xwe pîroz dike.
Hefteya buhurî bi boneya sersala Kurdî Newroz’ê di parlamentoya NRW’ê de resepsiyoneke hat li dar xistin. Dirûşmeya vê kombûnê jî “Mafên mirovan ji bo herkesî” bû.
Nûçeyên sîyasî û civakî û herweha nirxandinên pispor û şarezayan li ser bûyer û pêşveçûnên herî dawî yên li Almanya, Kurdistan û Cîhanê.
Bûyer, serpêhatî, kesayetî, civak, civîn û çalakîyên ji nav jîyana rojane ya Kurdistanîyên li Almanyayê.
Muzîk, sînema, wêje û wênesazîya kurd. Hevpeyvînên digel hunermendên kurdistanî yên li welêt û Almanyayê û danasîna berhenêm wan. Herweha jiyan û berhemên hunermendên nemir.
COSMO xwe ji nû ve saz dike. Lewma di Bernama Kurdî de hin guhertinên piçûk pêk tên: Ji 1ê Pûşbêra 2016 an û pê ve hûn dikarin bernameya me her roja Yekşemê ji saet 18:00 heta 19:00an li ser Înternetê wekî Livestream û ji saet 20:00 heta 21:00ê jî dubareya wê di radyoyê de li ser frekansa me ya berê guhdarî bikin.