Live hören
Jetzt läuft: Le Sang De Mon Prochain von La Femme

Zextên ser HDPê zêde dibin

Unterstützer der prokurdischen HDP demonstrieren in Istanbul

Rojev

Zextên ser HDPê zêde dibin

Zextên ser Partîya Demokratîk a Gelan HDPê her ku diçe zêde dibin. Bi taybetî jî piştî operasyona çiyayê Garê. Vê heftê jî fezlekeya ji bo rakirina parêzbendîya 9 parlamenterên HDP hat ber Meclîsê.

Partîya Demokratîk a Gelan HDP ev demeke dirêj e di hedefa hikûmet û darazîya Tirkîyeyê de ye. Ji alîyekî ve Wezareta Navxweyî dest danî ser 48 şaredarîyên HDPê û qeyyûm avêtin ser wan. Ji aliye din de jî 72 hevşaredarên HDPê jî hatin girtin, ku 15 ji wan hîna jî di girtîgehê de ne.

Ji xwe çendîn parlamenterên HDPê jî girtî ne, ku hefteya çûyî Dadgeha Bilind cezayê parlamenterê Kocaelîyê Ömer Faruk Gergerlioğlu ya ji ber propagandayê terorê erê kir. Û fezlekeya ji bo rakirina parêzbendîya 9 parlamenterên HDP jî ji Meclîsê re hatin şandin. Bi taybetî piştî operasyona Garêyê, ku di encama wê de 12 leşker û polîsên Tirk ên dîl hatibûn kuştin, niha jî girtina HDPê careke din di rojevê de ye.

Rojev-HDP di bin fişarê de ye

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 28.02.2021 07:15 Min. Verfügbar bis 28.02.2022 COSMO


Download

Stand: 28.02.2021, 16:22