Neuer Abschnitt
Neuer Abschnitt
Ev hefteyek e li Başûrê Kurdistanê dawî li xwepêşandan û dîmenên şîddetê nayê. Li parêzgehên Silêmanî û Helebçe li çendîn bajarokên din jî xwepêşandan ji bo protesto kirina nedayîn û birrîna mûçeyan li ser kolanan in û hin xwepêşandan jî êrîşê avahîyên hikûmetî û baregehên partîyên sîyasî dikin. Di encama mudaxeleya hêzên ewlekarîyê de 8 xwepêşandêr bi gulleyan hatin kuştin û herweha pêşmergeyek û kesekî sivîl, ku di nav avahîya partîyekê de bû, jîyana xwe ji dest dan. Bi sedan xwepêşandêr jî hatin destgîr kirin, ku rastî reftareke xerab hatine û hin malbat aqûbeta wan girtîyan nizane.
Ji Silêmanî rojnameger Hawraz Ahmed dibêje ev bi salan e mûçe tên birrîn lê belê vê dawîyê li cem xelkê Başûr êd bêhêvîyeke mezin peyda bûye, piştî ku Hewlêr û Bexda careke din li ser radestkirina jêhata nefta Kurdistanê nikaribûn li hev bikin. Rojnameger Hawraz Ahmed herweha dibêje ew jî wekî rojnamegereke jin di dema şopandina nûçeyan da rastî şîddeta hêzên ewlekarîyê hatîye.
Neuer Abschnitt
Stand: 13.12.2020, 14:58