Live hören
Jetzt läuft: Sugar man von Rodriguez

Dîlan Örs hêviya xwe ji welêt nebirriye COSMO Kurdî 12.05.2023 25:44 Min. Verfügbar bis 11.05.2028 COSMO


Download Podcast

Rojev

Tirkiye: Hilbijartin û girtiyên Alman

Stand: 06.05.2023, 11:38 Uhr

Di 14’ê mehê de li Tirkiye’yê hilbijartin tên li dar xistin û dengdanên li derveyî welêt ji dawiya meha Nîsan’ê û vir ve berdewam dike. Di nav wan kesan de, ku dengê xwe da keça Hozan Canê Dilan Örs jî hebû. Em jî pê re li ser wê yekê dipeyivin, ka wê çima deng da, ka bendewariyên wê çi ne. Hevdem, halê hazir li Tirkiye’yê 64 hevwelatiyên Alman di girtîgehê de ne û zêdeyî 60 hevwelatiyên Alman li Tirkiye’yê asê mane, ji ber ku derbarê wan de qedexeya derketina ji welêt heye. Anku hejmar kêm nabin lê li gor sala berê zêdetir jî bûne. Û ev jî bi meraq li benda encamên hilbijartinê ne.

Keça Hozan Canê Dilan Örs ji bo hilbijartinên Tirkiye'yê li konsulxxaneyê dengê xwe did

Girtiyên Alman ên li Tirkiye‘yê ev çend sal in di rojeva me de ne. Û hilbiartinên 14’ê mehê ne tenê ji bo gelên li Tirkiye’yê yan penaberên li Almanya’yê dibe sedema hêviyan lê herweha ji bo wan hevwelatiyên Alman jî, ku li Tirkiye’yê yan girtî ne yan asê mane. Û li gor daneyên hikûmeta federal halê hazir 64 hevwelatiyên Alman li Tirkiye’yê di girtîgehê de ne, ku pirraniya wan ji ber sûcên terorê tên tawanbar kirin. Yek ji wan hevwelatiyên Alman, ku li Tirkiye’yê hatibû girtin û derbarê wê de qedexeya derketina derveyî welat hatibû dayîn.

Dîlan Örs piştî ku diya wê li Tirkiye’yê hatibû girtin, di Gulana 2019’an de ji bo seredana wê çûbû Tirkiye’yê lê vê carê ew bixwe jî hatibû girtin. Sedema girtina Dilan Örs protestoyeke sala 2012’an a li Köln’ê bû. Hêjayî gotinê, Dîlan û hevalên wê ji ber protestoyê li Almanya’yê nehatibûn darizandin lê belê dosyeya lêpirsînê bi awayekî ketibû destê îstîxbarata Tirkiye’yê. Hevkariya navbera dezgehên ewlekariyê yên Tirk û Alman ev salan e berdewam dike lê belê, dezgehên Alman qebûl nekiribûn, ku wan dosye şandibin îstîxbarata Tirkî. Dilan Örs di Gulana 2019’an de hatibû binçav kirin û piştî demeke hatibû berdan lê belê di derbarê wê de biryara qedexeya derketina ji Tirkiye’yê hatibû dayîn. Dîlan wê demê hewl dabû bi qeçaxî ji Tirkiye’ê bireve lê dîsa hatibû girtin û vê carê 3 mehan di girtîgehê de mabû. Paşê jî ew ketibû hepsa malê. Dadgeheke Stenbol’ê di Hezîrana 2021’ê de ji ber sûcên terorê 10 sal û 5 meh ceza li Dilan birrî lê piştî ku hukum ji bo îstînafê şandin ber destê dadgeha bilind, qedexeya derketina derve jî hatibû rakirin, Dilan jî vegeriya bû mala xwe ya li Köln’ê. Dilan Örs hefteya buhurî ji bo hilbijartinên 14’ê Gulan’ê deng da û wêneyek jî li ser torên civakî belav kir. Dengdana wê gelek jî deng veda. Emê jî niha pê re li ser wê yekê bipeyivin, tevî hemû tiştên ku hatine serê wê, wê çima deng da û ka we hîna hêviya xwe ji Tirkiye’yê birriye yan na.

Hozan Cane und Gönül Örs

Hikûmeta federal vê dawiyê li ser pirsnameyeke parlamentera Partiya Çep Sevim Dağdelen ragihand, niha 64 hevwelatî li Tirkiye’yê di girtîgehê de ne, ku 1 yek ji wan ji îsal hatiye girtin û 7 ji wan jî ji parsal û vir ve girtî ne. Herî kêm du wan hevwelatiyan, ku parsal hatine girtin, bi sûcên terorê tên tawanbar kirin. Li gor daneyên Wezareta Derve ya Almanya’yê jî di destpêka Hezîrana 2022’an de 55 Alman li Tirkiye’yê di bin çavan de bûn. Hevdem, ji sala 2022’an û vir ve Tirkiye’yê nehişt 51 hevwelatiyên Alman ji balafirgeh û deriyên sînorî hatine vegerandin û destûr nehatiye dayîn, ku bikevin nav welêt. Hêjayî gotinê ye, bi tenê îsal di derbarê 19 hevwelatiyan de biryara qedexeya ketina Tirkiye’yê hatiye dayîn. Ji aliyê din de niha herî kêm 64 hevwelatî ji ber qedexeya derketina derve li Tirkiye’yê asê mane û nikarin vegerin Almanya’yê, ku herî kêm 14 ji wan ji ber sûcên terorê tên tawanbar kirin. Û hêjayî gotinê ye, di Tîrmeha 2022’an de hejmara hevwelatiyên ku nikaribûn ji Tirkiye’yê derkevin 27 bû.

Gefängnis in der Türkei

Xwediya pirsnameyê parlamenter Sevim Dağdelen rexne li hikûmeta federal girt û got ew li bendê ye, ku hikûmet di warê hevwelatiyên ku li Tirkiye’yê girtî yan asê ne, gavên berbiçav biavêje û hevwelatiyên xwe neavêje bexta hevpara xwe ya NATO’yê. Gelek rexnegir dibêjin, him hikûmeta Tirk him jî dadweriya Tirkiye’yê pênaseyeke şolî û berfireh a terorrê bi kar tînin. Dezgeha Mafên Mirovan AI dibêje, rayedarên Tirk qanûnên dijterorê ji bo çewşandin û bêdeng kirina muxalîfan bi niyeteke xerab bi kar tînin. Amar jî van îddiayan piştrast dikin. Di navbera 2016 heta 2021’an li Tirkiye’yê zêdeyî milyonek û 7 sed hezar lêpirsînên terorê hatin destpêkirin û tevî amarên îsal, ev hejmar 2 milyon derbas kiriye. Pispor dibêjin, di çarçoveya her dosyeyekê de herî kêm du kes tên lêpirsîn kirin, anku mexdûrên wan lêpirsîn û dozên keyfî herî kêm 4 milyon in.