Neuer Abschnitt
Neuer Abschnitt
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropî careke din biryar da: Zindanîkirina hevserokê berê yê HDP Selahattîn Demîrtaş, ku ji 20016an û vir ve di girtîgehê de ye, li dij huqûqê ye. Dadgehê di 2018an de jî biryareke heman rengî dabû lê Tirkîye Demîrtaş dîsa jî azad nekiribû. Parêzerên Demîrtaş ji bo serbest berdana wî serî li dadgehê da lê belê dadgehê bi hinceta ku wergera biryara Ewropî ji bo Tirkî nehatîye kirin, serlêdan red kir. Herweha parlamentera HDP Leyla Güven jî hefta çûyî hat girtin û ew şandin girtîgehê. Hûrgilîyan ji Amedê ji nûçegihana me Hatice Kamer radigihîne.
Neuer Abschnitt
Stand: 27.12.2020, 14:37