Live hören
Jetzt läuft: Walk 4 Ground von Gyedu-Blay Ambolley

Tirkîye Daîşîyên Alman vedigerîne

Symbolfoto Reisepass vor IS-Flagge

Rojev

Tirkîye Daîşîyên Alman vedigerîne

Serokkomarê Tirk Erdoğan gefên xwe bi cih anîn û dest bi vegerandina Daîşîyên Alman ên ji bo Almanyayê kir. Lê belê di destê karbidestên Alman de agahîyên berfireh nîne û tirs heye, ku ev kes serbest bimînin.

Li gor amarên Parlamentoya Yekîtîya Ewropî ji Ewropayê dora 4 hezar kes tev li Daîşê bûne. Ji sê par yek ji wan vegerîyane Ewropayê û ên mayî jî yan hatine kuştin yan jî di destê QSDê de girtî ne. Hevdem gelek dewletên Ewropî teqsîr dikirin, ku hevwelatîyên xwe yên Daîşî paş de bigirin. Lê niha Tirkîye Daîşîyên Ewropî, ku di destê wan de ne, vedigerînin welatên wan, bêyî ku bi wan welatan bişêwire. Almanya jî yek ji wan welatan e. Gelo welatên Ewropî amade ne? Aqûbeta Daîşîyan ewê çawa be? Hevkara me Jomana Djoumma amade kir.

Tirkîye Daîşîyên Alman vedigerîne Almanyayê

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 17.11.2019 05:49 Min. Verfügbar bis 16.11.2020 COSMO

Download

Stand: 18.11.2019, 11:28