Live hören
Jetzt läuft: Lot to learn von Luke Christopher

Sertraşxane di tengasîyê de ne

Friseur rasiert einen Kunden

Rojev

Sertraşxane di tengasîyê de ne

Bi dirêjkirina tedbîrên dij Coronayê, sertraşxane jî heta 14ê mehê girtî ne û xwedîyên wan di nav tengesîya aborî de ne. Ji ber ku ne tenê derameda wan nîne lê herweha xer û mesrefên dikanên wan berdewam dikin.

Em dizanin cirkî Coronayê dest pê kir, derdê me gişan yek kaxizên toiletê dudu jî sertraşxane anku Friseur bûn. Gelek kesan, ku ji destên wan tê, an ku jêhatî ne ji xwe re mekîneya poran kirrîn û porên xwe li malê diqusînin. Hin hene gazî berberan dikin, da ku werin malê û porê wan li wir jêkin. Lê belê ev yek qedexe ye. Ji ber ku ji 20ê meha 12an û vir ve sertraşxane girtî ne. Ev alîyê musşterîyan e.

Lê belê li alîyê din xwedî sertraşxaneyan hene, ku nikarin kar bikin anku ne bi debara wan bi awayekî berbiçav ketîye lê herweha xerc û mesrefên wan ên dikanan jî hene. Di vî warî de, Hevkarê me Kamil Basergan, ji Neussê bi sertraş Kak Mohammed re peyivî.

Sertraşxane di tengasîyê de ne

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 24.01.2021 05:33 Min. Verfügbar bis 24.01.2022 COSMO


Download

Stand: 24.01.2021, 16:35