Live hören
Jetzt läuft: Andrà tutto bene von Levante

Hilbijartinên li Tirkiyeyê COSMO Kurdî 19.05.2023 24:39 Min. Verfügbar bis 18.05.2028 COSMO


Download Podcast

Rojev

Tirkiye: Serokkomarî ma tûra duyem

Stand: 20.05.2023, 11:22 Uhr

Di 14’ê mehê de li Tirkiye’yê him hilbijartinên serokkomariyê him jî yên parlamentoyê hatin li dar xistin. Hilbijartinên îsal wekî hilbijartinên çarenivîsê dihatin pênase kirin, ka di encamê de dawî li desthilatdariya bîst salan a AKP û serokê wê Erdoğan were. Lê belê muxalefet, ku serokê CHP’ê Kemal Kılıçdaroğlu serkêşiya wê dike, encamên ku di dixwest bi dest nexist. Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê, ku ji ber tirsa doza girtinê, di bin navê Partiya Çep a Kesk YSP de ket hilbijartinan, piştgirî dabû Kılıçdaroğlu.

Wahlkampfplakat in Ankara, Türkei – 11. Mai 2023

Di encama hilbijartinan de, ku tê de dora ji sedî 90 hilbijêr beşdar bûn, serokê AKP’ê Erdoğan nikarî pirraniya mutlaq bi dest bixe, da ku careke din bibe serokkomar. Hilbijartinên serokkomariyê man tûra duyem, ku di 28’ê Gulanê tê li dar xistin. Di encama hilbijartinên parlamentoyê de jî AKP deng wenda kirin, bi taybetî jî li Bakurê Kurdistan’ê. Hevdem di dengên HDP/YSP de jî kêmbûnek heye, ku mirov nikare bi tenê lîsteyên serbixwe yên Partiya Karkereên Tirkiye’yê TİP’ê îzah bike. Hevdem, TİP herçend 4 berbijêr dişînin parlamentoyê jî nikarî ji sedî 3’ê yê dengan bistîne, da ku bikaribe alîkariya xezîneyê werbigire.

Stimmzettel und Wahlurne in der Türkei

Di hilbijartinan de YSP’ê ji Amed’ê 8 parlamenter derxistin, ku 2 parlamenter çûn AKP’ê û 1 jî çû CHP’ê. Dr. Azad Barış bixwe Êzîdiyekî xelkê Wêranşar e û li Almanya’yê mezin bûye, di lîsteyên YSP’ê de ji rêza 10’emîn nazmet bû lê nehat hilbijartin. Di vê xelekê de em jî pê re li ser encamên hilbijartinan û sedemên kêmbûna dengên HDP/YSP’ê dikin.