Live hören
Jetzt läuft: Havana von Camila Cabello feat. Young Thug

Hevdîtina Kazimî û Erdoğan

Ölfelder im Nordirak nahe Kirkuk

Rojev

Hevdîtina Kazimî û Erdoğan

Serokwezîrê Iraqê Mustafa El Kazimî pêncşema çûyî li ser vexwendineke fermî ya serokkomarê Tirk Erdoğan seredana Tirkîyeyê kir. Di rojevê de ewlekarî, nefta Kurdistanê û aborî hebûn. Tirkîye pirsgirêka mezin e li pêşîya rêkeftina Hewlêr û Bexdadê.

Serokwezîrê Iraqê Mustafa El Kazimî pêncşema çûyî li ser vexwendineke fermî ya serokkomarê Tirk Erdoğan seredana Tirkîyeyê kir. Piştî hevdîtinê, serokkomarê Tirk Erdoğan ragihand, wan li ser têkoşîna Daîş, PKK û Tevgera Gülen li hev kiriye. Hevdem, di navbera her du welatan de peymanek jî hat îmze kirin, ku Erdoğan got li gor vê rêkeftinê Tirkîye ewê berdewam piştgirîya Iraqê bike.

Herweha hanardekirina nefta Kerkûkê ya bazarên cîhanê, ya ser Tirkîyê re jî parçeyeke sereke ya ji rojeva hevdîtinên wan bûye. Wekî din meseleya avê û pevçûnên ji ber avên Dîcle û Firatê jî. Seredana Kazimî ya bo Enqereyê di demeke weha de pêk hat, ku şandeyeke ji Hewlêr ji bo danûstandinên ser budçeyê li Bexda bû. Di derbarê hûrgilîyên vê seredanê de hevkarê xwe Kamil Basergan agahîyên pirtir radigihîne.

Kazimî seredana Enqereyê kir

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 20.12.2020 07:16 Min. Verfügbar bis 20.12.2021 COSMO


Download

Stand: 20.12.2020, 14:35