Neuer Abschnitt
Neuer Abschnitt
Bi ser komkujî nijadperest a Hanau re salek buhurî. Di 19ê Sibatê ya 2020an de Tobias R. ê 43 salî li çendîn cafe û kîoskan 9 kesên esil biyanî kuştin. Wî herweha piştî êrîşan, dîya xwe kuşt û paşê jî xwekujî kir. Lêpirsîna di derbarê vê bûyerê de gelek kemasî û xetayên dezgehên fermî polîsan jî derxistin holê, ku ev yek bû nerazîna him malbatên qurbanîyan him jî ya raya giştî.
Di yekemîn salvegera vê komkujîyê de li Hanau merasîmeke bibîranînê hat li dar xistin, ku tê de serokkomarê Almanyayê Steinmeier jî beşdar bû. Yek ji wan neh qurbanîyên ciwan Ferhat Unvar bû. Bernama Kurdî bi dîya wî Serpil Temîz Unvar re peyviî, ku wê daku ku zarokên wan neyên ji bîr kirin dest bi înîsîyatîfeke perwerdehîyê ya li dij nijadperestîyê kiriye.
Neuer Abschnitt
Stand: 21.02.2021, 13:20