Live hören
Jetzt läuft: Cause A Commotion von Bugzy Malone feat. Skip Marley

Ji bo herêma ewle şertên QSDê

Türkisch-Syrische Grenze

Rojev

Ji bo herêma ewle şertên QSDê

Ji bo herême ewle ya li Sûrî QSDê ji bo li hev kirinê pêşnîyarek kir lê bi hin şert û mercan. Li gor vê yekê li ser sînora Tirkîyeyê, li alîyê Sûrî herêmeke ewle dikare were damezirandin. Lê bi kûrahîya 5 kmyan û divê ev herêm ne di destê Tirkî ne jî di destê çekdarên îslamî de be, ku Tirkîye piştgirîya wan dike.

Ev demeke dirêj e, ku Tirkîye û Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê li ser rewşa Sûrî nikarin li hev bikin. Tirkîye jê gelek aciz e, ku Amerîka hîna jî piştgirîya Hêzên Sûrîya Demokratîk QSD dike, ku serkêşîya wê YPG û YPJ dikin. Tirkîye daxwaz dike, ku Amerîka nema alîkarîya QSD bike û bihêle, ku Tirkîye bikeve Rojava û li ser domahîya sînora xwe kembereke ewlekarîyê ava bike. Anku herêmeke dora 30 km kûr, ku di destê Tirkîyeyê de be.

Helbet QSD li dij vê yekê ye, û rewşa li Efrînê, ku Tirkîyeyê tevî çekdarên îslamî dagir kiriye, destnîşan dike. QSD heta niha digot bila Tirkîye, wê herêma ewle li ser axa xwe, an ku li Tirkîyeyê ava bike. Lê vê heftê di çapemenîyê de derket, ku QSDê ji bo li hev kirinê pêşnîyarek kiriye lê bi hin şert û mercan. Li gor vê yekê li ser sînora Tirkîyeyê, li alîyê Sûrî herêmeke ewle dikare were damezirandin. Lê bi kûrahîya 5 kmyan û divê ev herêm ne di destê Tirkî ne jî di destê çekdarên îslamî de be, ku Tirkîye piştgirîya wan dike. Di şûna wê de divê, herêm di bin kontrola koalîsyona navnetewî de be. Ev pêşnîyar di awira pêşî de mumkun xuya nake, ku Tirkîye qebûl bike. Lê pêşnîyareke weha çima hat? Amerîka dikare bi ya Tirkîyeyê bike? Lihevkirin gelo pêkan e? Hevpeyvîna digel rojnameger Sirwan Qiço ji Washingtonê.

ROJEV-Amerîka û Tirkiyê li ser herêma aram li Sûriyê lihevnakin

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 04.08.2019 07:43 Min. Verfügbar bis 03.08.2020 COSMO

Download

Stand: 05.08.2019, 12:47