Live hören
Jetzt läuft: Ngaminke von Les Mamans Du Congo & RRobin

Qedexeya ser Gurên Boz

Wolfsgruss türkischer Nationalisten

Rojev

Qedexeya ser Gurên Boz

Piştî Fransayê, qedexe kirina rêxistina tundrew a neteweperest a Tirkan Gurên Boz li Almanyayê jî tê nîqaş kirin. CDU/CSU, SPD, FDP Û Partîya Keskan pêşnîyarek anî Bundestag, ku bi pirranîya dengan hat pejirandin. Ev rêxistin bi rastî jî dikare were qedexe kirin? Çima niha? Jomana Djoumma radigihîne.

Ev demek e, alîgirên Tevgera Ülkücü anku Bozkurt di rojeva Almanyayê de ne jî. Ülkücü peyveke Tirkî ye, ku bi Kurdî dibe kesê xwedî doz. Ev doz jî, doza Tirkayetî ye. Tevgera Ülkücüyan rêxistineke rastgir a tundrew e, ku ev 50 sal in li Tirkîyeyê çalak in. Heta salên 80î ev tevger herweha li Tirkîyeyê bi êrîşên ser Elewîyan wekî mînak bi qetlîama Mereşê dihat sûcdar kirin.

Ülkücü ev bi dehan salan in li Almanyayê û li Ewropayê jî çalak in. Herî dawî, li Fransayê hatin qedexe kirin. Qedexe li Almanyayê jî deng veda û sîyaset pêşnîyar dike, ku tevgera Gurên Boz li Almanyayê jî were qedexe kirin. Roja Çarşemê di Parlamentoya Federal Bundestag de rûniştineke taybet a ser qedexekirina rêxistinên neteweperestên tundrew bi rê ve çû. Rûniştin li ser pêşnîyara CDU/CSU, SPD, FDP û Partîya Keskan hat li dar xistin. Pirranîya parlamentoyê jî dengekî ji bo qedexekirina wan rêxistinan da. Ev yek tê çi wateyê? Hevkara me Jomana Djoumma amade kir.

Nîqaşa qedexekirina Gurên Boz

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 22.11.2020 07:26 Min. Verfügbar bis 22.11.2021 COSMO


Download

Stand: 22.11.2020, 15:04