Neuer Abschnitt
Neuer Abschnitt
Biryar e, yekser piştî cejna Noelê li Almanyayê derzîyên li dij Coronayê werin lêdan. Lê belê serê pêşî kêsên, ku temenê wan ser 80ê ye. Û herweha niştecih û xebatkarên pîrxaneyan. Ji bo kesên din dikare bi mehan biajo, heta ku dora wan were. Hevdem gelek kes berîya cejnê dixwazin testa zû yan jî PCR test bidin kirin. Lê pispor dibêjin mirov nikare bi wan testan jî ewqas ewle be, ji ber ew test encama wê lehzeyê didin.
Lêdana derzîyê li Brîtanya û Amerîkayê hefteyên çûyî dest pê kir lê belê li Almanya û welatên din ên Yekîtîya Ewropî hîna jî destûr derneket. Çima? Rêza derzîlêdanê çawa tê dîyar kirin? Gelo bandorên kêlekê yên derzîyê hene? Bijîşk Serhat Sönmez bersiva van pirsan dide.
Neuer Abschnitt
Stand: 20.12.2020, 14:35