Live hören
Jetzt läuft: Lágrimas Negras von Havana Meets Kingston Mista Savona feat. Beatriz Márquez

Operasyona li Çiyayê Garê

Türkischer Staatspräsident Recep Tayyip Erdogan besucht türkische Militärtruppen

Rojev

Operasyona li Çiyayê Garê

Ev çar roj in artêşa Tirkîyeyê êrîşî çiyayê Garê ya Başûrê Kurdistanê dike. Lê çiyayê Garê gelek dûrî sînora Tirkîyê ye. Tê ragihandin di encamê de 13 dîlên Tirk ên di destê gêrîlayan de jî hatine kuştin.

Ev çend roj in di çapemenîya Kurd de behsa çiyayê Gare tê kirin, ku artêşa Tirk wê deverê him bombebaran dike him jî leşkerkêşî dike. Li vî çiyayî di navbera wan û gêrîlayên Hêzên Parastina Gel HPGê de şer û pevçûnên giran derketin. Di encamê de li gor daneyên fermî yên Tirk 3 leşkerên Tirk hatin kuştin, 3 hebên din jî hatine birîndar kirin. Artêşa Tirk herweha îddîa kir, ku wan 48 gêrîlla jî kuştine û Herweha 2 gêrîlla jî bi saxî ketine destê wan . Lê belê di vî warî de ji HPGê heta niha daxuyanîyek nehat.

Helbet operasyopn û êrîşên Tirk ên ser herêmên sînorî yên Başûrê Kurdistanê ne tiştekî nû ye lê belê çiyayê Garê gelek ji sînora Tirkîyê dûr e. Lê belê PKKê ragihandibû, leşker û endamên MÎTa Tirk, ku di destê PKKê de dîl in, li vê derê dihatin girtin. Li gor nûçeyên ku îro derketin, 13 dîlên Tirk di encama êrîşan de hatine kuştin. HPG jî ragihand, artêşa Tirk ji bo rizgar kirina dîlan na lê ji bo îmha kirina wan êrîş kirîye. Di derbarê şer û pevçûnên li deverê û herweha girîngîya çiyayê Garê de hevkarê me Kamil Basergan ji Duhokê, bi rojnameger Nîamat Maronsî re peyivî.

Hevpeyvîna digel Niamat Maronsi

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 14.02.2021 06:40 Min. Verfügbar bis 14.02.2022 COSMO


Download

Stand: 14.02.2021, 17:57