Live hören
Jetzt läuft: Wildfires von Sault

Vegerandina hevwelatîyên Sûrî

Schnelle Abschiebung und Rechtsstaat – wie geht das zusammen?

Rojev

Vegerandina hevwelatîyên Sûrî

Ji destpêka sala nû û pê ve guncan e, ku hevwelatîyên Sûrî yên ku wekî xetera tundrewa îslamî tên dîtin yan jî tawanbarên sûcên giran dikarin bo Sûrîye werin vegerandin. Lê belê ev yek di pratîkê de ne ewqas hêsan e dibêje ji YASA Fawzî Dîlber.

Ji ber şerê navxweyî ya li Sûrîyeyê, ji sala 2012an û vir ve Almanya vegerandina hevwelatîyên Sûrî ya bo welatê wan da rawestandin û ev biryar ji hingî ve çendî car hat dirêj kirin jî. Lê belê piştî ku di 10ê Cotmeha îsal de li Dresdenê du kes ji alîyê hevwelatîyekî Sûrî yê 20 salî ve hat kêr kirin û yek ji mexdûran jîyana xwe ji dest da, vegerandina Sûrîyan dîsa hat rojevê. Ji ber ku êrişbir bi hawîrdorên tundrewên îslamî re di têkilîyê de ye. Û li gor amarên fermî li Almanyayê dora 90 tundrewên îslamî yên hevwelatîyên Sûrî hene.

Hefteya çûyî di konferansa wezîrên navxweyî de, wezîran li ser dirêjkirina rawestandina vegerandina hevwelatîyên Sûrî nikaribûn li hev bikin. Anku ji destpêka sala nû û pê ve guncan e, ku hevwelatîyên Sûrî yên ku wekî xetera tundrewa îslamî tên dîtin yan jî tawanbarên sûcên giran dikarin bo Sûrîye werin vegerandin. Lê belê ev yek di pratîkê de ne ewqas hêsan e dibêje ji YASA Fawzî Dîlber. Ew dibêje ji bo vegerandinê di serî de divê hikûmeta Şamê vê yekê bipejirîne û niha di navbera du welatan de têkilîyên dîplomatîk hatine rawestandin. Endamê Meclîsa Întegrasyonê ya Bonnê Dîlber hevwerha dibêje, li cem gelek hevwelatîyên Sûrî tirsa vegerandinê peyda bûye û ev yek li pêşîya pêvajoyeke serkeftî ya întegrasyonê dibe asteng.

Vegerandina hevwelatîyên Sûrî

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 13.12.2020 06:25 Min. Verfügbar bis 13.12.2021 COSMO


Download

Stand: 13.12.2020, 14:59