Live hören
Jetzt läuft: Won’t be late von Swae Lee feat. Drake

Şingal: Termên 104 Êzîdîyan hatin binaxkirin

Jesiden auf der Flucht vor dem IS-Terror

Rojev

Şingal: Termên 104 Êzîdîyan hatin binaxkirin

104 qurbanîyên Êzîdî yên Daîşê, ku di gorên komî de hatibûn dîtin roja Şemîyê li gundê Koço ya Şingalê bi axê hatin spartin. Hevpeyîna digel Irfan Ortac, serokê ZÊD.

Piştî êrîşên sala 2014an a Daîşê yê ser Şingalê dora 10 hezar Êzîdî hatin kuştin û dora 7 hezar ji wan hatin revandin, ku aqûbeta 2 hezar 800 kesan hîna jî ne dîyar e. Herweha 350 hezar Êzîdî jî ji aware bûn, ku 100 hezar ji wan berê xwe dan derveyî welêt. Li gor amarên fermî niha ji sedî 70ê gelheya Şingalê li wargehan, di bin konan de dijîn.

Heta niha dora 80 gorên komî hatin dîtin, ku tê de qurbanîyên Êzîdî yên Daîşê hatine veşartin. Dora 20 ji wan gorên komî hatine vekirin û hestîyên dora 500 qurbanîyan hatine derxistin. 104 ji wan qurbanîyan piştî ku nasnameyên wan hatin dîyar kirin, roja Şêmîyê li gundê Koço bi merasîmeke girseyî bi axê hatin spartin. Berîya wê jî ji wan re li Bexdayê bi beşdarîya nûnerên hikûmeta navendî merasîmek hatibû li dar xistin. Di derbarê gorên komî û herweha vegeran Êzîdîyan a bo Şingalê em jî bi serokê Şêwra Navendî ya Êzîdîyên li Almanyayê bi Dr. Irfan Ortaç re peyivîn.

Hevpeyvîna digel Irfan Ortac

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 07.02.2021 06:27 Min. Verfügbar bis 07.02.2022 COSMO


Download

Stand: 07.02.2021, 15:24