Live hören
Jetzt läuft: Recuerdo von Tini & Mau y Ricky

Li ser HDPê metirsîya qedexekirinê

HDP Fahnen in Diyarbakir

Rojev

Li ser HDPê metirsîya qedexekirinê

Serokê Partîya Tevgera Neteweperest a Tirk MHPê banga girtina HDPê kir. Ji Amedê ji Zanîngeha Dîcleyê Huquqnas Vahap Coşkun dozeke pêkan a li dij HDPê û encamên wê yên pêkan rave dike.

HEP, ÖZDEP, DEP, HADEP, DEHAP û DTP. Ev navê çendîn partîyên Kurdan ên li Tirkîyeyê ne, ku ji alîyê dadgeha destûrî ve hatin girtin. Ji 2012an û vir ve jî partîya Demokratîk a Gelan HDP heye. Anku ji bo sîyaseta Kurdî ya li Tirkîyeyê qedexekirina partîyên wan ne tiştekî xerîb e û ev kevneşopîya sîyasî hertim bi navekî nû rîya xwe berdewam dike.

Hefteya çûyî serokê Partîya Tevgera Neteweperest MHPê, Devlet Bahçelî, banga qedexekirina HDPê kir. Helbet ev ne cara yekem e lê vê carê wî bi awayekî zelal bang li hevpara xwe ya hikûmetê AKPê kir. AKP heta niha bersiveke erênî neda MHPê lê di demên pêşîya me emê helwêsta wê jî bibînin. Ji ber ku Serokkomar Edoğan jî hema hema di her axaftina xwe de HDPê bi terorê tawanbar dike. Ji Amedê, ji Zanîngeha Dîcleyê huqusnas Vahap Coşkun îhtîmala girtina HDPê şîrove dike.

Rojev-Gelo HDP wê were qedexekirin?

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 31.01.2021 07:28 Min. Verfügbar bis 31.01.2022 COSMO


Download

Stand: 31.01.2021, 20:07