Live hören
Jetzt läuft: narcisa von Princesa Alba & DUDA BEAT

Krîza civakî li Îranê

COSMO Kurdî 10.06.2022 33:45 Min. Verfügbar bis 10.06.2027 COSMO


Download Podcast

Rojev

Li Îran'ê gel li kolanan e

Stand: 10.06.2022, 16:00 Uhr

Ji ber aboriya xerab çend hefte ne li Îran'ê xwepêşandan berdewam in. Gel, ji bêkarî, gendelî û buhabûna pêdiviyên bingehîn bêzar e. Bersiva hêzên ewlekariyê jî dijwar e.

US-Dollar-Noten und iranischer Rial

Ev çend hefte ne li Îran’ê dawî li xwepêşandanan nayê. Xelkê ku ji ber gendelî, neadaletî û rewşa xerab a aborî bêzar in li dij Cumhûrî Îslamî û rêberê wê Xamaneyî dadikevin kolanan. Gelê li Îran’ê ev demek e, ji ber bêkarî û zêdebûna buhayê xwerek û pêdiviyên bingehîn bêzar in. Ji aliyekî ve mueyyîdeyên DYE yên ser vî welatî berdewam in, ji aliyê din de jî nerazîbûna xelkê ya li hember cudakariyê dînî, nijadî û cinsî li çendîn bajarên seranserî welêt xwepêşandan jî bi xwe re tîne.

Arbeiter warten auf Arbeitsangebote an einer Strassenkreuzung in Aran, Iran.

Warten auf Arbeitsangebote an einer Strassenkreuzung in Aran, Iran

Vîdeoyên ser torên sivakî nîşan didin, piştî ku li bajarê Abadan avahiyeke bilin hilweşiya û di encamê de 28 kesan jiyana xwe ji dest dan, xelkê bajêr jî daketin kolanan lê hêzên ewlekariyê bi fîşeng û gaza rondikrêj bersiva xwepêşandêran da.

Mohamad Shoan Vaisi

Vê heftê endamê Encûmena Bajarê Essen’ê siyasetmedar Shoan Vaisi dibe mêvanê COSMO Kurdî û rewşa aborî ya li Îran’ê û xwepêşandanan û bi taybetî jî rewşa xelkê Rojhilat şîrove dike.