Neuer Abschnitt
Neuer Abschnitt
Zextên Komara Îslamî ya ser Kurdan her ku diçe zêde dibe. Hefteya çûyî Rêxistina Efûya Giştî (AI) û Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) jî tê de 37 dezgehên mafên mirovan di nameyeke hevbeş de ragihand, ku di nav çend mehên çûyî de hêzên ewlekarîyê yên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê dora 100 çalakvanên Kurd destgîr kirine, ku çarenivîsa wan nayê zanîn.
Di nameyê de herweha tê ragihandin, ku girtina wan kesan bi awayekî dijî huqûqê pêk hatîye û tirs û fikar heye, ku ev kes rastî reftarê xerab werin, ku di dawîyê de bi dara zorê li xwe mukir werin, ku di talîyê de cezayên giran bixwin. Dezgehan herweha bang li civaka giştî kir, ku li hember vê yekê nerazîbûn nîşan bide. Li ser vê mijarê Rojnameger Behzad Khoshhali radigihîne.
Neuer Abschnitt
Stand: 07.02.2021, 15:35