Live hören
Jetzt läuft: Shadows von Bonobo Feat. Jordan Rakei

Cezayê muebbetê ji bo Daîşiyekî

 Gerichtsurteil gegen IS-Rückkehrerin Jennifer W.

Rojev

Cezayê muebbetê ji bo Daîşiyekî

Dadgehê ji ber kuştina keçikeke Êzîdî cezayê muebbetê da endamekî Iraqî yê Daîşê. Ev mêrikê 29 salî hevjînê jina Alman Jennifer W. ye, ku di cotmehê de 10 sal ceza xwaribû.

Dema ku 'bûka Daîşê' Jennifer W. li xwe mukir hatibû, ku mêrê wê dê û keçeke Êzîdî li Iraq'ê ji xwe kiribûn xulam. Wê herweha gotibû, mêrê wê, ew keçika Êzîdî ya 5 salî li ber tava havînê girê dabû û hiştibû ji tîna bimire. Jennifer W. meha Cotmehê di darizadineke cihê de ji ber endametiya rêxistineke terorîst a derveyî welêt, sûcê li dij mirovahiyê û kolekirina Êzîdiyan deh salan ceza xwaribû.

Hefteya çûyî mêrê Jennifer W., Iraqiyekî 29 salî li Frankfurtê derket pêş dadgehê û ji ber sûcên li dij mirovahiyê sûcdar hat dîtin. Dadgehê girtina heta hetê da wî endamê Daîşê û bi vî awayî jî îmze avêt biryareke dîrokî.

Cîgira Şêwra Navendî ya Êzîdiyên li Almanya'yê Gian Aldonani vê biryara dadgehê dinirxîne.

Hevpeyvîna digel Gian Aldonani

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 05.12.2021 08:39 Min. Verfügbar bis 05.12.2022 COSMO


Download

Stand: 04.12.2021, 14:08