Live hören
Jetzt läuft: Le Sang De Mon Prochain von La Femme

Lêdana vaksînê dest pê kir

Frau wird geimpft

Rojev

Lêdana vaksînê dest pê kir

Îro û pê ve li seranserî Almanyayê lêdana vaksîna Coronayê dest pê kir. Lê derzîya pêşî roja Şemîyê li pîrejineke 101 salî hat dan. Dr. Taher Hîkmet vaksîn, bandorên kêlekê û sîlsîleya lêdanê rave dike.

Herçend hatibû ragihandin, ku li Almanyayê lêdana vaksîna Coronayê roja Yekşemê were dest pê kirin jî, derzîya yekem roja Şemîyê li eyaleta Sachsen-Anhalt li pîrejineke 101 salî hat dan, ku di pîrxaneyekê de dijî.

Wezîrê federal ê tendurustîyê Spah ragihand Almanya ji bo vaksînê amade ye û li seranserî welêt navendên vaksînkirinê amade ne. Biryar e serê pêşî kesên ku temenên wan ser 80î de ne, ewê werin vaksîn kirin û herweha kesên ku di pîrxaneyan de kar. Hevdem personela ku di warê tendurustî de kar dikin, ên wekî bijîşk û perestar jî di dora pêşîn de ne. Tê ragihandin heta dawîya meha Adarê ewê li Almanyayê dora 12 mîlyon vaksîn werin lêdan. Dr. Taher Hîkmet vaksîn, bandorên kêlekê û sîlsîleya lêdanê rave dike.

Lêdana vaksînê dest pê kir

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 27.12.2020 06:20 Min. Verfügbar bis 27.12.2021 COSMO


Download

Stand: 27.12.2020, 14:45