Live hören
Jetzt läuft: Dense (Batida Remix) von Khalab

Navenda hunerî ya Kifrîyê

Collage: Studiogäste Ali Fuad und Dilawar Nuri vom Kulturzentrum Kifri

Rojev

Navenda hunerî ya Kifrîyê

Li bajarê Kifrîyê xwendekarên hunerê postaxaneya berê veguherandîye muzexaneyekê û lê ji bo him ciwanên bajêr û him jî ciwanên penaber dersên huner û fotografê didin û herweha şevên muzîk, wêje û fîlman li dar dixin.

Kifrî bajarekî 40 hezar kesî ye, ku li Başûr li herêma Germîyan e. Ev bajar ku di dema Seddam Husên de ji ber Enfalê gelek tade dîtibû, di sala 2014an de vê carê bû hedefa Daîşê. Di pevçûnên navbera hêzên Pêşmerge û Daîşê gelek kesan jîyana xwe wenda kirin û bi deh hezaran Erebên sunnî, ku ji ber Daîşê direvîyan, hatin Kifrîyê. Ev rewş bû sedem, ku li cem ciwanan bêhêvîtî peyda bibe. Projeya xwendekarên hunerê ji sala 2014an û vir ve ji Almanyayê piştgirîyê distîne, wekî HAUKARI e.V û ji Wezareta Hevkarîya Darayî û Pêşketinê- BMZ. Ji vê projeyê Ali al Zangana û Dilawar Dalawi vê heftê mêvanên Bernama Kurdî bûn.

Studiogäste Ali Fuad und Dilawar Nuri Kulturzentrum Kifri

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 09.06.2019 43:36 Min. COSMO

Download

Stand: 11.06.2019, 16:07