Live hören
Jetzt läuft: Machu Picchu von Camilo & Evaluna Montaner

Gefên ser rojnameger Kakşar Oremar

Demonstration der türkischen Journalistengewerkschaft TGS für Pressefreiheit in der Türkei

Rojev

Gefên ser rojnameger Kakşar Oremar

Rojnamegerê Kurd Kakşar Oremar ji ber karê xwe yê rojnamegerîyê dibe hedefa çapemenîya Tirk û bi vî awayî jî neteweperestên Tirk ên li Almanyayê jî. Oremar li hember gef û peyamên nefretê serî li polîsa Alman da.

Bûyerên şopandina rojnamegerên, ku li dij hikûmeta Tirk rexne digirin, a li derveyî welat vê dawîyê çendîn caran derket çapemenîya Alman jî. Vê carê mexdûrê vê yekê rojnameger û lêkolîner Kakşar Oremar e. Rojnameger di sala 2014an de anku dema ku li Tirkîyeyê pêvajoya aştîyê dimeşîya tevî çend sîyasetmedarên Kurd seredana çiyayê Qendîlê kiribû, ku li wê derê bi serkirdeyên PKKê re hevpeyvîn li dar xistibûn. Oremar piştî van hevpeyvînan li Tirkîyeyê di derbarê çavdêrîyên xwe de axaftin jî kiribûn.

Lê belê piştî biryara ser hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş rojnameya nêzî hikûmeta Tirk ''Sabah'' rojnameger Kakşa Oremar hedef girt û ew wekî kuryeyê PKKê bi nav kir. Vê rojnameyê wêneyên Kakşar Oremar ên digel Selahattin Demirtaş jî wekî delîl nîşan dan, daku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropî pûç derxe. Ji hingî ve Kakşar Oremar peyamên nefretê û gefên kuştinê werdigire. Wî jî li hember wan li cem polîsa Alman gilî kir.

Hevpeyvîna digel Kakshar Oremar

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 10.01.2021 06:46 Min. Verfügbar bis 10.01.2022 COSMO


Download

Stand: 10.01.2021, 13:31