Live hören
WDRcosmo - Der Sound der Welt

Ji Erdogan bazariya NATO û Kurdan

COSMO Kurdî 20.05.2022 29:19 Min. Verfügbar bis 20.05.2027 COSMO


Download Podcast

Rojev

Ji Erdoğan bazariya NATO û Kurdan

Stand: 20.05.2022, 22:41 Uhr

Piştî ku Swêd û Fînlandiya serî li endametiya NATO'yê dan Tirkiye ragihand ewê mafê xwe yê vetoyê bi kar bîne û nehêle ev welat tev li hevpeymaniya leşkerî bin. Hincet Kurd in.

Swêd hefteya buhurî, ji raya giştî re aşkere kiribû, ku ewê helwesta xwe ya 200 salî ya bêlîabûnê bide aliyekî û tevî welatê cîran Fînladiya’yê serî li endametiya hevbendiya leşkerî NATO’yê bikin. Piştî vê daxuyaniyê çavê cîhanê li Moskova’yê bû, ku Pûtîn nerazîbûna xwe derbirre hetta gefên xwe dubare bike. Lê belê daxuyaniya ku cîhan li bendê bû ne ji Pûtîn lê belê ji serokwezîrê Tirk Erdoğan hat. Erdoğan di axaftina xwe de digot, Swêd û Fînlandiya, bi taybetî jî swêd hêlîna terorîstan e û ewê wekî endameke NATO’yê mafê xwe yê veto bi kar bînin, da ku ev welat tev li NATO’yê nebin. Ji hingî ve him welatên navborî him jî endamên din ên NATO û herweha yekitiya Ewropî ketin nav liv û tevgeran, da ku Tirkiye’yê qane bikin.

Jens Stoltenberg (C), der finnische Außenminister Pekka Haavisto (L) und die schwedische Außenministerin Ann Linde (R) geben nach ihrem Treffen im NATO-Hauptquartier in Brüssel eine Pressekonferenz ab.

Hevbendiya leşkerî ya NATO’yê di 1949’an de bi sêrkêşya Amerîkay’ê li hember metirsiyeke komunizmê hatibû damezirandin. Di destpêkê de 12 endamên wê yên damezinêr hebûn û roja îro hejmara endamên wê gihaştin 30. Hêjayî gotinê ye li hember NATO jî Yekitiya Sovyetan tevî welatên Rojhilatê Ewropî, di 1955’an de Pakta Warşova’yê damezirandibû. Îcar ev bûn du aliyên şerê Sar... Piştî hilweşîna Sovyetan, Pakta Warşova’yê hatibû betal kirin. Herçend di dema hilweşîna Sovyetan de Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê soz dabû Moskova’yê, ku ewê welatên bloka rojhilat tev li NATO’yê nekin jî û ji bilî Rûsya’yê hemû endamên Pakta Warşo’ya tev li NATO’yê bûbûn. Ji xwe em dizanin, yek ji sedemên şerê navbera Rûsya û Ukrayna’yê jixwe ev e.

Helbet endamên din ên NATO’yê û herweha endamên Yekitiya Ewropî bi endametiya Swêd û Fînlandiya gelek razî ne. Di serî de jî Almanya. Wezîra karên derve Baerbock hîna berîya daxuyaniya fermî ya wan herdu welatan gotibû, ewê bi hembêzeke vekirî xêrhatina wan welatan bikin. Baerbock herweha bal kişand ser wê yekê, ku herdu welatan jî di warê leşkerî de pêşketî ne û ewê ser NATO nebin bar lê şûna wê de zerengiyên hevpeymaniyê bi pêş bixin.

Flagge mit dem Symbol der NATO

Îcar em vegerin ser peywendiyên navbera Swêd û Tirkiye’yê de. Piştî ku Tirkiye, tevî çekdarên Îslamî hin deverên di bin destê QSD’ê dagir kirin, ji Swêd’ê nerazîbûnek hatibû. Di 2019’an de, tevî çendîn welatên din ên wekî Amerîka û endamên din ên Yekitiya Ewropî Swêd’ê jî ambargoyeke çek û cebilxaneyan danîbû ser Tirkiye’yê. Heta Wezîra karên derve ya Swêdî, Ann Linde di Hezîrana 2021’an de di dema serdena xwe ya Tirkiye’yê der bang li Tirkiye’yê kiribû, ku Rojava vekişe. Hevkarê wê yê Tirk Çavuşoğlu di civîna çapemeniyê de yekser bi zimanekî tûj bersiva wê dabû. Herweha hin nûnerên Rêveberiya Xweser çûbûn Swêd’ê û wêneyên hevdîtina wan a digel wezîra derve jî hatibûn belav kirin. Ev yek jî rastî nerazîbûneke din a Tirkî hatibû. Wekî din Stockhol hin alikariyên mirovî dişîne Rojava, wekî mînak ji bo avakirina binesaziya ji bo ava vexwarinê. Tê ragihandin sala pêşiya me berdela wan alîkariyan bigihijîn 376 milyon Dolarên Amerîkî. Û hejayî gotinê ye, PKK li Swêd’ê jî wekî rêxistineke qedexe ye. Lê belê HSD ne li Amerîka ne jî li cem Yekitiya Ewropî wekî rêxistineke terorîst nayê qebûl kirin û lewma li Swêd jî ne qedexe ye.

Der türkische Präsident Erdogan bei einer Pressekonferenz nach dem NATO Gipfel in Brüssel.

Helbet li vê derê pirsek heye, ku di hişê herkesî de ye: Gelo Tirkiye heta ku derê vê helwesta berdewam bike? Ji ber ku di çenda salên dawî de me dît, ku Tirkiye’yê gelek caran gefên mezin xwarin lê di taliyê de helwesta xwe guherand. Wekî mînak di warê qeyrana penaberan de, di warê lêgerîna gaza xwezayî ya li Rojhilatê Deryayê Spî de, di warê hevwelatiyên Alman de, ku li Tirkiye’yê hatibûn girtin û ev lîste dirêj dibe. Jixwe, Wezîrê derve yê Luksembûrg’ê Asselborn bal dikişîne ser bazariyên ku hikûmeta Erdoğan dimeşîne.

Ji aliyê din de, hemû çavdêrên siyasî dibêjin, hedefên van bazariyan ne bi tenê welatên Îskandînavya’yê ne. Muxattabê mezin Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê ne. Amerîka li pêşiya modernîzekirina firrokeyên şerrî yên F-16 astengî li pêşiya Tirkiye’yê derxistibûn û Tirkiye ji programa F-35 derxistibû. Tirkiye’yê jî li ser vê yekê ji Rûsya sîstema parastina esmanî S-400 kirrîbûn, ku vê yekê têkiliyên tengezar hîna jî xerabtir kiribûn. Herweha hevkariya Amerîka ya digel HSD’ê jî stiriyek e di çavê Erdoğan de.

Ji beşa Kurdî ya Radyoya Swêd'ê rojnameger Beşîr Kavak him nîqaşên li Swêd’ê him jî encamên pêkan ên vê qeyrana dîplomasiyê dinirxîne.