Live hören
Jetzt läuft: Blind leading the blind von The Souljazz Orchestra

Paşdegirtina hevwelatîya Alman

Reichstag

Rojev

Paşdegirtina hevwelatîya Alman

Ev demek e, ku paşdegirtina hevwelatîya Alman a Daîşîyên, ku li Sûrîye û Iraqê şer kirine, di rojeva Almanyayê de bû. Parlamentoya Federal niha bi guhertineke qanûnî ev yek guncan kir.

Di destpêka meha Pûşberê de Parlamentoyê dest bi hin guhertinên di qanûna hevwelatîyê de kir. Xala dawî, hefteya çûyî hat qebûl kirin, ku dihêle di hin şert û mercan de hevwelatîya Alman paşde were stendin û betal kirin. Li gor vê yekê, hevwelatîyekî Alman li derveyî welêt ji bo rêxistineke terorîst şer kiribe hevwelatîya xwe wenda dike, heger ew kes xwedî hevwelatîyeke din be. Û qanûn ji bo dema buhurî derbas nabe. Hevdem, kesekî di dema wergirtina hevwelatîya Alman de di derbarê nasnameya xwe de derew kiribe, hevwelatîya wî dikare di nav 10 salan de were betal kirin. Ev mawe heta niha 5 sal bû. Hevkarê me Celil Kaya radigihîne. 

 

Bundestag macht Passentzug möglich

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 30.06.2019 03:49 Min. Verfügbar bis 29.06.2020 COSMO

Download

Stand: 01.07.2019, 10:03