Live hören
Jetzt läuft: Heat Waves von Glass Animals

14'ê Gulanê: Hilbijartinên li Tirkiye'yê û li Bremen'ê COSMO Kurdî 05.05.2023 35:05 Min. Verfügbar bis 04.05.2028 COSMO


Download Podcast

Rojev

Erdoğan hêviya xwe ji Kurdan birrî

Stand: 06.05.2023, 10:58 Uhr

Di 14’ê mehê de li Tirkiye’yê hilbijartin tên li dar xistin û di van hilbijartinan de ewê him serokkomarekî nû û him jî parlamentoyeke nû were hilbijartin. Beriya hilbijartinan kampanya û gotarên partiyan sor dibin û senaryoyên piştî hilbijartinan jî tên nîqaş kirin. Em jî di vî warî de ji Zanîngeha Dîcle’yê bi huquqnas Vahap Coşkun re dipeyivin.

Yesil Sol Parti

Dengdanên li derveyî welat di 27’ê Nîsanê de dest pê kir û ewê heta 14 Gulan’ê berdewam bikin. Hat ragihandin di 5 rojên pêşîn de li konsulxane û deriyên sînorî dora 700 hezar kesan dengên xwe dane, ku ev rêje li gor hilbijartinên 2018 du beranber e. Helbet hilbijêrên li derveyî welêt herî zêde li Almanya’yê ne û dora yek milyon û nîv e. Rayedarên Tirk serî lê dabûn da ku li 26 bajaran sindoqan deynin lê belê bi tenê ji bo 17 bajaran destûr hat danîn.

Ev hilbijartin wekî hilbijartinên qederê tên dîtin, ji ber ku di encamê de diyar be, ka Erdoğan, ku ev zêdeyî 20 sal in welêt bi rê ve dibe, ewê ser desthilatdariyê bimîne yan na. Hevdem muxalefet soza vegera sîstema hikûmeta parlamenter jî dide. Anku di encamê de ne tenê siyasetmedar lê herweha sîstema Tirkiye’yê jî dikare were guhertin. Partiya Demokratîk a Gelan HDP ji ber doza girtinê vê carê di bin navê Partiya Çep a Kesk de dikeve hilbijartinan û herkes pê hevbîr e, ku dengên HDP’ê ewê encamên hilbijartinan diyar bike. Partiya Çep a Kesk ji bo serokkomariyê namzetek nîşan neda û ragihand, ku ewê piştgirî bidin namzetê Tifaqa Millet Kiliçdaroğlu.

Neben Reporterin Tessniem, die vor einer grauen Betonwand sitzt, sind eine türkische Flagge und eine Wahlurne eingeblendet.

Hevdem, di van hilbijartinan de, weha xuya ye, serokkomar Erdoğan hêviya xwe ji Kurdan birriye. Erdoğan di dema pêvajoya aştiyê de bi soz û wadên çareserkirina pirsgirêka Kurdî gelek dengên Kurdan jî stendibû lê belê vê dawiyê, çima ku xwe nêzî partiya Netewepere MHP’ê kiribû gelek hilbijêrên xwe yên Kurd jî ji dest dabû Ev yek di encama hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an de gelek aşkere jî dihat dîtin. Herweha erdheja Mereş’ê jî ewê bi taybetî li bajarên ku erdhejê li wan dabû, bibe sedem ku AKP bi awayekî berbiçav dengên xwe ji dest da. Lê belê pispor dibêjin, hezîma herî mezin a AKP’ê ewê li Bakurê Kurdistan’ê be.