Live hören
Jetzt läuft: Workinonit von J Dilla

HDP'ê çima deng wenda kirin? COSMO Kurdî 02.06.2023 35:56 Min. Verfügbar bis 01.06.2028 COSMO


Download Podcast

Rojev

HDP'ê çima deng wenda kirin

Stand: 31.05.2023, 16:37 Uhr

Di 14’ê Gulanê de ji bo Tirkiye‘yê hilbijartinên qederê pêk hatin. Di tûra yekemîn de serokkomarek nehat hilbijartin, ku tûra duyem di 28’ê Gulanê de pêk hat, ku encamê de Erdoğan careke din wekî serokkomar hat hilbijartin. Herçend AKP bi rêyejeke berbiçav deng wenda kirin jî bi xêra hevgirtina Cumhur pirraniya mutlaq a parlamentoyê ket destê wan.

Ji aliyê din de HDP an jî YSP dengên xwe dora ji sedî 3 kêm kirin jî, dîsa jî bû sêyemîn mezintirîn partiya muxalefetê di parlamentoya Tirkiye’yê de. Herweha Hüda-Par, ku wekî baskê siyasî ya Hizbullah’ê tê dîtin, bi ser lîsteyên AKP’ê 4 kursî bi dest xistin.

Em jî ji Amed’ê, ji Zanîngeha Dîcle’yê bi huqûqnas Vahap Coşkun re encamên hilbijartinê û sedemên ketina dengan dinirxînin.

Von Celil Kaya

Türkei, Istanbul: Menschen tanzen vor einem Plakat des inhaftierten Präsidentschaftskandidaten Selahattin Demirtas von der pro-kurdischen Partei HDP

Piştî ku di 14’ê Gulanê de berbijêran nikaribû pirraniya mutlaq bi dest bixin, di 28’ê Gulanê de ji bo serokkomariya Tirkiye’yê tûra duyem a hilbijartinan hat li dar xistin.

Di encamê de Erdoğan dora ji sedî 52’yê dengan wergirt û careke din wekî serokkomar hat hilbijartin. Rêjeya dengên Kiliçdaroğlu jî di asta ji sedî 47’an de ma.

Dengdanên li Almanya’yê

Wekî 14’ê Gulan’ê di 28’ê Gulanê jî li Almanya’yê sindoq hatin danîn. Ji milyonek û 510 hezar hilbijêrên qeydkirî bi tenê dora 760 hezar hilbijêr çûn ser sindoqan, anku dora ji sedî 50. Hêjayî gotinê ye, rêjeya beşdarbûnê li gor tûra yekem, dora ji sedî 2 zêde bû.

Di encama tûra duyem de Erdoğan ji sedî 67’ê degan wergirt, Kılıçdaroğlu jî wekî tûra yekem ji sedî 32. Li Almanya’yê ji bo Erdoğan asta herî zêde ji Essen’ê bi rêjeya ji sedî 78,8 bû. Li dû wê bi rêjeya ji sedî 74,6 Münster û bi rêjeya ji sedî 73,2 Regensburg hatin.

Ji bo Kılıçdaroğlu jî asta herî bilind bi rêjeya ji sedî 48,5 Berlîn bû, ku Erdoğan li Berlîn’ê bi rêjeya ji sedî 51,5 rêjeya herî kêm stend.

Türkisches Generalkonsulat in Köln, Wahlen 2023 Türkei

Dengên AKP’ê kêm bûn, yên Erdoğan zêde bûn

Di encamê de herçend AKP li gor hilbijartinên sala 2018 ji sedî 7 deng wenda kirin û vê carê dora ji sedî 35 deng stendin jî, AKP dikarî ev yek bi hevgirtinên digel partiyên din ên wekî MHP telafî bike. Tifaqa Cumhur vê carê di parlamentoyê de 323 kursî bi dest xistin û pirraniya mutlaq ket destê wê.

Hevgirtina Cumhur, ku ji CHP’ê û IYI Parti pêk tê di parlamentoyê de 212 kursî bi dest xistin.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê, ku ji ber doza girtinê di bin navê Partiya Çep a Kesk (YSP) de ketibû hilbijartinan dora ji sedî 3 deng û 6 kurdî wenda kirin. Lê dîsa jî YSP bi 61 kursiyan bû 3’yemîn mezintirîn partiya muxalefetê di parlamentoya Tirkiye’yê de. Hêjayî gotinê ye, Partiya Karkerên Tirkiye’yê TİP, ku herçend endama hevgirtina Ked û Azadiyê bû, bi lîsteyên xwe ketibû hilbijartinan 4 kursî bi dest xistin.

Stimmzettel und Wahlurne in der Türkei

Neteweperestî û Îslama siyasî mohra xwe li encaman xist

Helbet piştî hilbijartinan gelek nîqaş jî tên kirin. Lê belê gelek pisporên ji Tirkiye û derveyî welêt li ser wê yekê hevbîr in, ku di encama hilbijartinan de neteweperestî û îslama siyasî bi ser ketin. Ji ber ku ne tenê Erdoğan lê belê raqîbê wî Kılıçdaroğlu jî di kampanyaya xwe de zimanekî neteweperest bi kar anî û herweha herdu namzet jî di tûra duyem de digel neteweperestên tund ên wekî Sinan Oğan û Zafer Partisi tifaq çêkirin.

Ji aliyê din de Erdoğan û hevgirên wî di kampayayên xwe de mafên jinan û LGBTQ ji xwe re kirin hedef. Jixwe Erdoğan bi Partiya Yeniden Refah û Hüda-Par, ku wekî partiyên tundrew ên îslamî tên naskirin, tifaqek çêkir û berbijêrên wan partiyan ji lîsteyên AKP’ê ketin Meclîsa Tirk.

Pirseke din jî ew bû: Aboriya Tirkiye’yê ev çend sal in berjêr diçe û ji ber vê yekê siyaseta aboriyê ya serokkomar Erdoğan dihat tawanbar kirin. Mudaxaleya Bankaya Navendî, rêjeyên faîzê û herweha enflasyona bilind. Lê çawa dibû, ku aboriya welat hingî xerab e û Erdoğan, ku ev 22 sal in li ser desthilatdariyê ye, dikare dîsa bi ser keve? Wekî din Erdoğan di herêmên erdhejê de, ku herkes digot ewqas wêrankarî û mirin dê dengên wî kêm bike, Erdoğan dora sedî 60 deng wergirtin.

Yesil Sol Parti

Li cem hilbijêrên Kurdan dilşikestin

Encamên hilbijartinê ji bo Kurdan jî dilşikestinek bi xwe re anî. Û ne bi tenê ji ber ku Kılıçdaroğlu, ku HDP û YSP piştgirî didanê bi ser ne ket, lê herweha HDP jî dengên xwe kêm kirin. Li gor hilbijartinên buhurî HDP’ê dora ji sedî 3 dengêrn xwe ji dest dan. Sedemên vê yekê jî nîqaşek mezin bi xwe re anî. Yekser piştî hilbijartinan HDP’ê ragihand ewê xwe rexne bikin, ka wan li kê derê şaşî kirine.

Ji aliyê din de nîqaşeke din jî hevkariya HDP’ê ya digel Partiya Karkerên Tirkiye’yê TİP’ê bû. Ji ber ku TİP bi lîsteyên cihê ket hilbijartinan û daxuyaniyên wan hilbijêrên Kurd rencîde kirin, gelek kesan HDP ji ber vê hevgirtinê rexne kiribû.

Siyaseta Kurdistanî yan Tirkiyeyî?

Rexneye din jî li ser siyaseta Tirkiyeyîbûna HDP’ê bû. Hin neteweperestên Kurd îddîa dikirin, ku hevkariya HDP’ê ya digel Çepgirên Tirk zirarê dide xeta Kurdistanî û divê HDP’ê vegere ser nasnameya Kurd û Kurdistanî. Hêjayî gotinê ye, Partiya HAK-PAR, ku xwe wekî partiyeke Kurdistanî bi nav dike û ji bo Kurdan doza Federasyonê dike di hilbijartinan de li seranserî Tirkiye’yê ji sedî 0,08 anku dora 42 hezar deng stendin.  

Ji aliyê dinde di tûra duyem a hilbijartinên serokkomariyê de li seranserî Tirkiye’yê beşdarbûna hilbêjran bi giştî ket lê belê ev rêje li bajarên Kurdan bêhtir berbiçav bû. Lê belê ev kêm bû ne ewqas e, ku bikariba bandorê li ser encaman bikira.

Di hilbijartinên parlamentoyê de CHP li bajarên Kurdan ên wekî li Ruha, Amed, li Qersê  parlamenterek derxist. Anku CHP ji bo xatirê piştgiriya HDP’ê teqsîr nekir, ku li van bajaran bebijêran derxe.

HÜDA-PAR’ê 4 kursî bi dest xistin

Beriya hilbijartinan jî gelek dihat gotin, ku AKP’ê êdî hêviya xwe ji Kurdan birriye û pişta xwe bi giştî daye neteweperestên Tirk. Ku me gava berê behsa gotarên AKP’ê Û HP’ê kiribûn. Lê belê AKP’ê vê carê aktoreke din li tifaqa xwe zêde kir. Anku HÜDA-PAR ku wekî baskê siyasî ya Hizbullaha Kurdî tê tawanbar kirin. Di encamê de HDP ji lîsteyên AKP’ê 4 kursî bi dest xistin. Hêjayî gotinê ye, ev hejmar nispet bi dengên HÜDA-PAR’ê gelek zêde ye û ev parlamenter ji Batman, Enteb, Mersîn û Stenbol’ê hatin hilbijartin.

Û hejayî gotinê ye, hevserokê berê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş ji girtîgeha Edîrne’yê ragihand, ku ew di vê qonaxê de dev ji siyaseta aktîf berdide. Demirtaş di tweeta xwe de li ser navê xwe ji gel lêborîna xwe xwest ku nikariye siyaseteke layiqî gelê xwe bimeşîne. Wî herweha nivîsî ewê ji girtîgehê têkoşîna xwe bimeşîne lê belê di vê qonaxê de nema siyaseta aktîf dike.