Live hören
Jetzt läuft: narcisa von Princesa Alba & DUDA BEAT

Derketin û çalakiyên dema vala li NRW

COSMO Kurdî 24.06.2022 27:12 Min. Verfügbar bis 24.06.2027 COSMO


Download Podcast

Rojev

Ji bo zarokan havîneke bêtatîl

Stand: 24.06.2022, 21:09 Uhr

Piştî Corona'yê vê havînê gelek malbatên bi zarok dixwazin herin tatîlê lê belê buhayên zêde astengiyeke mezin in. Ji bo malbatên li NRW'ê derfetên demeke xweş çi ne?

Picknick auf dem Rastplatz in Remscheid

Piştî navbereke du salî ya ji ber pandemiya Corona’yê vê havînê bi milyonan kes berê didin tatîlê. Gelek welatên turistik niha li benda hejmareke rekor a tatîlvanan in herweha zêdebûna buhayan. 24’ê Hezîranê li NRW’ê, roja dawî ya dibistanan bû. Ji bo gelek dê û bavan, ku nikarin herin tatîlê, karekî dijwar e, ku zarokên xwe di dema betlaneyê de mijûl bikin, ku aciz nebin. Malbatên ku nikarin herin tatîlê dikarin çi bikin?

Di vê xeleka xwe ya Podcastê de emê behsa buhayên tatîlê bikin, ku îsal bi awayekî berbiçav zêde bûne. Herweha emê behsa derfên dema betlane ya li NRW’ê, bi taybetî ji bo wan malbatan ku nikarin heqê tatîleke weha buha bidin. Hevdem, him malbateke Kurd, ku digel zarokên xwe plana tatîlê dikin û rêvebirê Jugendclub-Düsseldorf, da ku ji bo malban pêşniyar û şîretan bike, ewê bibin mêvanên Cosmo Kurdî.