Neuer Abschnitt
Neuer Abschnitt
Bi ser êrîşa nîjadperest a Hanau re ev dora salek buhurî. Li Hanau nijadperestekî Alman bi çekan êrîşî du cafeyên nargîleyê û Kîoskek kiribû û 9 keç û xortên easil biyanî kuştibûn. Sê ji wan qurbanîyan jî Kurd bûn. Kujerê wan Tobias R. ku wê demê 43 salî bû, him nîjadperestk bû him jî nexweşîya psîkolojîk pê re hebû, piştî van êrîşan çûbû mala bavê xwe, ku lê pêşî dîya xwe kuştibû û paşê jî xwekujî kiribû.
Vê bûyera Hanau li seranserî Almanyayê deng veda û him sîyaset him jî dezgehên fermî soz dabûn malbatên qurbanîyan, ku ewê bûyer bi her alî ve ronî bikin. Lê hetta niha bûyer bi giştî safî nebû. Bernameya WDR Monitor bi hevkarîya Hessischer Rundfunk û Spiegel bi ser vê bûyerê de çû. Hûrgilîyan Jomana Djoumma radigihîne..
Neuer Abschnitt
Stand: 31.01.2021, 20:07