Neuer Abschnitt
Neuer Abschnitt
Ev çend hefte ne, li Almanyayê nîqaşên li ser nijadperestî û racial profiling didomin. Racial profiling an ku pêşdarazîya li cem polîsan, ku kesên esil biyanî bê sedemeke berbiçav sûcdar dihesibînin û li nasnameyê dipirisin. Lê vê heftê nîqaş ketin qonaxeke nû. Gelo di nav polîsa Hessenê de toreke nîjadperest a rastigirên tundrew heye? Helbet ev gûmanek e, lê belê ne belasebe ye. Ji ber ku vê heftê derket holê, ku li ser navê NSU 2.0, ji gelek sîyasetmedar û kesên navdar re nameyên gefxwarinê hatine şandin, ku di nav wan de endama parlamentoya federal a esil Kurd Hêlîn Evrim Sommer jî heye. Û jê balkêştir, herî kêm du bûyerên gefxwarinê, dikarîn heta polîsa Hessenê werin şopandin, ku di kompîturên polîsan de agahîyên wan mexdûran hatine lêgerîn û derxistin. Lewma Serokwezîrê Hessenê Peter Beuth jî dîyar kir, ku pêkan e, ku di nav polîs de toreke rastgir a tundrewan hebe. Mudîrê polîsa Hessenê li ser vê yekê dest ji kar kişand, çima ku serokwezîrê eyaletê di wexta xwe ji van gefxwarinên ciddî nehatîye agahdar kirin.
Neuer Abschnitt
Stand: 19.07.2020, 14:09