Live hören
Jetzt läuft: Amigo von Lous and the Yakuza

Foruma Penaberan a NY

Repräsentanten verschiedener Länder sitzen vor einer blauen Wand m it der Aufschrift "global refugee forum"

Rojev

Foruma Penaberan a NY

Ji bo parvekirina adilane û çêtirkirina rewşa jîyanê ya penaberan cara pêşîn Foruma Penaberan a Neteweyên Yekgirtî li Cenewreyê bi rê ve çû. Rûsya û Çînê alîkarîya însanî ya ji bo Rojava veto kirin. Hevkara me Jomana Djoumma encamên forûmê û rewşa penaberên li Başûr radigihîne.

Li gor amarên fermî li seranserî cihanê 71 Milyon kes ji cih û warên rabûne û li stragehekê digerin. Şer, xela, karesatên xwezayî yan jî deshilatdarîyên zordest, ev hemû dibin sedema peydabûna penaberan û awareyan. Hejmareke tirsnak! Ji dema şerê duyemîn ê cihanê vir ve hejmara penaberan gihaşt asta herî bilind. û piranîya wan penaberan ji wan welatên xizan tên, ku yan lê şer hene yan jî li welatên cîran şer hene. Ji bo parvekirineke adilane ya vî barî û çêtirkirina rewşa penaberan li bajarê Cenewre ya Swîssreyê Foruma Penaberîyê ya Neteweyên Yekgirtî cara yekem kom bû. Gelo ji vê civînê çi derket? Herweha rewşa penaberên li Başûrê Kurdistanê çawa ye? Hevpeyvîna digel hevkara me Jomana Djoumma.

Foruma Penaberan a NY

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 22.12.2019 13:11 Min. Verfügbar bis 21.12.2020 COSMO


Download

Stand: 23.12.2019, 10:21