Neuer Abschnitt
Neuer Abschnitt
Hefteya çûyî roja Duşemê bişev li Hewlêr a paytextê Başûrê Kurdistanê bi 14 mûşekan êrîşek pêk hat. Di encamê de kesek jîyana xwe ji dest da û leşkerekî Amerîkî jî tê de 11 kes birîndar bûn. Sê ji wan mûşekan li nav firokexaneya Hewlêr li bingeha parastina hewayî ya leşkerên Amerîkî ket. Çendîn mûşek jî li der û dora firokexaneyê li taxan niştecihan ketin.
Komeke çekdar a bi navê „Srya Aulya-a al-Dam“ berpirsîyara êrîşê hilgirt ser xwe. Ev koma çekdar, ku xwe wekî mîlîseke Şiî bi nav dike, herweha bi berdewamkirina êrîşan gef li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê jî xwar. Hêjayî gotinê ye, êrîşa ser Hewlêrê yekemîn êrîş e, piştî avakirina hikûmeta Biden a li Washingtonê. Ji bo ronîkirina bûyerê bi hevkarîya Amerîkîyan lijneyeke lêkolînê hat damezirandin lê belê lijneyê heta niha rasterast nikaribû beşdarbûna Îranê ya di vân êrîşan de piştrast bike . Hevdem cicaka navnetewî jî êrîşa mûşekî şermezar kir. Rojnameger Hardi Abdullah ji Başûrê Kurdistanê radigihîne.
Neuer Abschnitt
Stand: 21.02.2021, 13:15