Live hören
Jetzt läuft: Nimet von Didomido feat. Eglo G

Erdoğan êrîşên nû yên ser Rojava ragihandin

COSMO Kurdî 03.06.2022 46:21 Min. Verfügbar bis 03.06.2027 COSMO


Download Podcast

Rojev

Erdogan çav berda Minbic û Til Rifat

Stand: 03.06.2022, 16:38 Uhr

Tevî nerazîbûnên Rûsya û Amerîka, serokkomarê Tirk Erdoğan vê heftê êrîşên nû yên ser Bakurê Sûrî ragihandin. Vê carê hedef Menbic û Til Rifaat in. Ferhad Ehmê şîrove dike.

Erdogan zeigt bei der Generalversammlung der Vereinten Nationen die Karte von ihm geplanter Sicherheitszone in Syrien.

Serokkomarê Tirk Erdoğan, roja çarşemê di civîneke partiya xwe de, wekî ku mizgîniyekê bide êrîşeke nû ya ser Bakurê Sûrî ragihand. Wî got: "Di warê xeta ewlekariyê ya 30 kîlometre kûr a bakurê Sûrî em dikevin qoanxeke nû. Emê Minbic û Til Rifat ji terorîstan paqij bikin." Hêjayî gotinê ye, mebesta Erdoğan bi wan terorîstan hevgirên Amerîka û koalîsyona navnetewî ya dij Daîşê Hêzênb Sûriya Demokratîk HSD’ê, ku serkêşiya wê YPG û YPJ dikin. Helbet herkes li bendê bû, ku Erdoğan şerê Ukrayna’yê ji xwe re bike fersendek û fermana êrîşeke nû bide.

Erdoğan di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir, ewê bi van herdu bajar nesekinin û berdewam bikin. Erdoğan got, ewê ji niha û pê ve bibînin, ka kîja welat ewê piştgiriya Tirkiye bike û kîja dewlet ewê li pêşiya wê asteng be. Ev gotin jî nîşan dide, ku Tirkiye ji bo vê êrîşa nû ji rizamendiya welatên garantor ên li Sûrî wernegirtiye.

Ji xwe Rûsya û Amerîka yekser daxuyanî dan û gotin, ew li dij operasyaneke din a Tirkiye’yê ne li Sûrî, ku ev yek ewê rewşa aloz a li herêmê hîna jî aloztir bike. Herweha Neteweyên Yekbûyî jî bang li Tirkî kir, ku bi agirbesta Cotmeha 2019’an riayet bike û xetên ku hatine danîn derbas neke. Îcar Erdoğan bi rastî jî çavê xwe sor kiriye, ku amade ye bi êgir bilîze?

Türkischer Staatspräsident Recep Tayyip Erdogan besucht türkische Militärtruppen

Gef û êrîşên Tirkiye yê ser Bakur û Bakurê Rojhilatê Sûrî ne nû ne. Di Tebaxa 2016’an de Tirkiye pêşî ket Cerablûs’ê û piştî berxwedaneke du mehî ya hêzên Kurdî di Çileya 2018’an de ket Efrîna rengîn. Piştî ku serokê Amerîkî Trump ji nişkan ve biryar da, ku leşkerên xwe ji hêrêmê vekişîne, di Cotmeha 2019’an de Tirkiye ket bajarokên rojhilatê Feradê Serê Kaniyê û Girê Sipî.

Ji hingî ve Tirkiye li cihên ku ketê de çekdarên tundrewên îslamî bi cih kirin, Kurd ji cih û warê wan rakirin, girtin, revandin û kuştin. Mal û milkên wan ji wan dizîn, zimanê Kurdî qedexe kir û di dibistanan de zimanê Erebî û Tirkî ferz kirin. Herweha li wan deran şaxên postexane û bankeyên Tirkî vekirin û heta qeymeqamên Tirk tayîn kirin. Di vî warî çendîn belge û raporên him Neteweyên Yekgirtî him jî dezgehên mafên mirovan hene, ku xwe dispêrin ser delîl û şahidiya mexdûran.

Flüchtlinge sitzen mit Gepäck auf einem offenen Lastwagen auf einer Straße im Nord-Osten von Afrin

Helbet ev hemû li ber çavê cihanê qewimî lê belê welatên Ewropî ketibûn derdê penaberên Sûrî û serokkomar Erdoğan zanî wê kartê baş bilîze. Wî di sala 2019’an de gotibû: "Ey Yekitiya Ewropa! Hişê xwe bidin serê xwe. Heger hûn operasyona me ya li Bakurê Sûrî wekî dagîrkerî bi nav bikin, îşê me rehet e. Emê jî derîyên sînoran vekin û 3,6 milyon penaberên Sûrî bişînin Ewropa." Çawa ku Pûtîn îro dibêje, şerê li Ukrayna’yê ne şer e, operasyona leşkerî ye, Erdoğan jî digot ketina Tirkî ya Rojava ne dagirkerî ye lê operasyon e. Û him jî operasyona aştiyê ye...

Piştî daxuyaniyên Erdoğan li cem Kurdên Rojava tirs û fikar zêde bûn. Tekem pirs ku tê bîra herkesî ew e: Gelo Biden jî ewê wekî Trump bike û rê bide êrîşên Tirkiye’yê? Herweha muzakereyên endametiya Swê û Fînlandiya ya NATO û bi cih kirina Erebê Sûrî li bajarên Kurdnişîn ên li Rojava, ev çend ji wan pirsan in, ku em ji çavdêrê siyasî û rêvebirê Rêxistina Civil Waves- PÊL Ferhad Ehmê dikin.