Live hören
Jetzt läuft: My Touch (Yard Mix) von Eugy

Erdoğan çû seredana Amed'ê

ISTANBUL, TÜRKEI - 19. MÄRZ: Der türkische Präsident Recep Tayyip Erdogan spricht mit der Presse, nachdem er am 19. März 2021 das Freitagsgebet in der Kerem-Aydinlar-Moschee im Bezirk Uskudar in Istanbul, Türkei, durchgeführt hat.

Rojev

Erdoğan çû seredana Amed'ê

Serokkomarê Tirk Erdoğan roja Înê seredana Amed'ê kir. Erdoğan ji ber têkçûna pêvajoya aştiyê HDP û PKK tawanbar kirin.

Serokkomarê Tirk Erdoğan roja Înê li Amedê bû. Erdoğan di axaftina xwe de behsa dayîkên Amedê kir. Anku ew dayikên ku zarokên wan tev li PKKê bûne û li ber avahiya HDPê protesto dikin. Hêjayî gotinê ye hikûmeta Tirk piştgirî dide wan dayîkan.

Hevdem Erdoğan di axaftina xwe de behsa pêvajoya aştiyê kir û ji ber têkçûna vê pêvajoyê HDP û PKK tawanbar kirin. Lê Erdoğan bi awayekî xwedî li pêvajoya aştiyê derket. Gelo Erdogan dixwaze pêvajoyeke din bide dest pê kirin? Hatice Kamer ji Amed'ê radigihîne.

Hevpeyvîna digel Hatice Kamer

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 11.07.2021 04:13 Min. Verfügbar bis 01.07.2022 COSMO


Download

Stand: 11.07.2021, 23:25