Live hören
Jetzt läuft: ODG von Eltee Skhillz

Jiyan li kesên bê vaksîn teng dibe

Scholz und Merkel auf der Ministerpräsidentenkonferenz

Rojev

Jiyan li kesên bê vaksîn teng dibe

Ji Konferansa serokhikûmetên eyaletan biryarên hişk derketin. Kesên ku vaksîn nebûne ewê bi tenê bikaribin herin market û dermanxaneyan lê nikaribin herin firoşgehên din.

Roja pêncşemê, dawî li serokwezaretiya 16 salî ya Angel Merkel hat. Lê belê Merkel beriya merasîma oxirkirinê cara dawî digel serokwezîrên eyalaten re hat cem hev û mijara wan jî Corona bû. Ji vê civînê hin biryar derketin, ku ewê kesên ku xwe vaksîn nakin aciz bikin. Kesên ku vaksîn nebûne ewê bi tenê bikaribin herin market û dermanxaneyan lê nikaribin herin firoşgeh û maxazayên din. Herweha ji bo kesên vaksîn bûyî jî maweyek tê anîn.

Sînordakirinên ji bo kesên bê vaksîn

Wekî em dizanin, ewqas kes vaksîn bûne lê dîsa jî hejmara pêketiyên Corona her ku diçe zêde dibe û nexweşxane dikevin bin bareke giran. Herkes dibêje ev yek jî sûcê wan kesan e, ku xwe vaksîn nakin. Lewma ji civînê biryarên hişk derketin. Wekî te jî got, heta niha ji bo gelek tiştan şerta 3G hebû anku kesên ku xwe vaksîn kirine, yan Corona derbas kirine yan jî testa wan negatîf e, dikarîn herin hundir. Îcar bi vê guhertinê re, êdî şerta 2G tê. Anku testa we negatîf jî be hûn dikarin nav dikanan. Bi tenê firoşgehên ku lê pêdiviyên bingehîn tên firotin, anku supermarket û dermanxane li derveyî vê şertê ne. Herweha bi tenê kesên vaksînkirî ewê bikaribin herin restoran, sînema, şano û cihên wekî din. Carna, wekî mînak, ji bo dîskoyan bi ser de jî encameke negatîf a testê jî were xwestin, anku 2G Plus. Û xwediyê kar anku xwediyê dikan û restoranan ewê ji kontrolkirina van belgeyan berpirsiyar bin. Te dît, berê şertek hebû, digotin heger li deverekê rêjeya însîdansê ya 7 rojên çûyî esas dihatin girtin û li gor vê yekê tedbîr dihatin danîn. Lê belê di biryara dawî de aşkere tê gotin, ku ev tedbîrên nû ewê bêyî ku li rêjeya însîdansê were nihêrtin werin cih bi cih kirin.

Maweya karîgeriya vaksînê tê

Ji bo kesên ku xwe vaksîn kirine, her tişt ne bêsînor e. Ji bo çalakiyên spor û hunerî, an ku ji bo maç û konseran jî sînorek heye. Li van deran, cihên rûniştinê dikarin ji sedî 30 heta ji sedî 50 tije bin. Anku nîvê salonan ewê vala bimînin. Ev çalakî li hundir bin, heta 50 hezar li derve bin heta 15 hezar kes dikarin tê beşdar bin. Herweha kombûnên li derve yan li malên şexsî hene. Heger di nav wan kesan de kesên vaksîn nebûyî hebin, wê demê di derveyî endamên malekê herî zêde du kesên din tev li wan bibin. Zarokên jêr 14 salî di nav de nayên hesibandin. Lê di van kombûnan de herkes şerta 2G bi cih bînin, wê demê sînoreke hejmara kesan nîne. Lê bi tenê, li wan deveran, ku rêjeya însîdansê zêdeyî 350 be, sînorek tê danîn. Li hundir be herî zêde 50 kes, li derve be herî zêde 200 kes dikarin werin cem hev. Herweha li cihên zêdeyî însîdansa 350 klub û dîsko ewê werin girtin. Li dibistanan jî li hemû sinifan mecbûriyeta maskeyê hebe. Hevdem, şeva serê salê û yekemîn roja sala nû, qedexeya kombûnê tê. Şaredarî û rêvebiriyên herê ewê bikaribin şeva serê salê qedandina fîşengên hewayî qedexe bikin.

Hewla lezkirina vaksînkirinê

Daku vaksînkirin leztir bimeşin, niha doktorên diranan, dermanxane û kesên li nexweş û pîran muqate ewê jî bikaribin derziya vaksînê lê xin. Ji bo vê yekê guhertinên qanûnî jî ewê werin kirin. Herweha hat ragihandin, hikûmeta federal li ser guhertineke qanûnî dixebite, ku ji bo wan kesan, ku li nexweşxane, pîrxane û dezgehên wekî wan de kar dikin, mecbûriyeta vaksînê bîne. Xebata mecbûriyeta vaksînê çav lê ye di meha Sibatê de were ber destê Bundestag.

Hevpeyvîna digel Celil Kaya

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 05.12.2021 07:54 Min. Verfügbar bis 05.12.2022 COSMO


Download

Stand: 04.12.2021, 13:33