Live hören
Jetzt läuft: Kayefi von Skales

Doza Amed Ahmad: Dozgerîyê lêpirsîn xist

Ein junger Mann in der Nahaufnahme. Er trägt einen modischen Kurzhaarschnitt und hat den Kragen seines Anoraks lässig aufgestellt.

Rojev

Doza Amed Ahmad: Dozgerîyê lêpirsîn xist

Xortê Kurd Amed Ahmed piştî ku du mehan bi awayekî der qanûn di girtîgehê de hatîbû girtin, di encama şewata ku di hucreya wî de derketibû jîyana xwe ji dest dabû. Dozgerîya Kleve niha lêpirsîna dawî ya di derbarê polîsan de jî xist.

Ji ber mirina xortê Kurd Amed Ehmed kî berpirsîyar e?

Amed Ehmed ê xelkê Efrînê di havîna 2018an de qaşo ji ber şaşîyekê, du mehan di girtîgehê de mabû. Şaşîtîya mezin jî ew bû, ku polêsan li Afrîqayîyekî çerme reş digerîyan, ku navê wî Amedy bû. Polêsan gotibû qey Amed ê Kurd ew mêrikê Afrîqayî ye.

Amed xelkê Efrînê ye, ewê Afrîqî xelkê Malî. Amed spî ye û ew mêrikê Afrîqî çermereş e. Lê polês du mehan lê hay nebûn, ku wan kesekî şaş xistibû zindanê. Piştî du mehan li Kleve, di hucreya ku Amedê Kurd du meh tê de dihat girtin, şewatek derket û Amed birîndar bû. Amed paşê di nexweşxaneyê de jîyana xwe ji dest da. Piştî mirina wî dozgerîya Kleve di derbarê çendîn polîs û karmendên darazî de lêpirsîn da dest pê kirin lê di dawîyê de tukes nehat sûcdar kirin û lêpirsîn hat xistin. Berîya demeke kurt dozgerîyê lêpirsîna dawî ya di derbarê polesekî de jî xist, ku dozgerî nikaribû wî polîsî ji ber hepskirina neqanûnî sûcdar bike. Hevkara me Jomana Djoumma li pey vê biryarê ket.

Doza Amed Ahmad

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 14.02.2021 08:40 Min. Verfügbar bis 14.02.2022 COSMO


Download

Stand: 14.02.2021, 17:57