Live hören
Jetzt läuft: In the Morning von Jay Prince

Erka leşkerî sedema penaberîyê ye

 Ein Schild vor dem Europäischen Gerichtshof mit der Aufschrift "Cour de Justice de l'union Européene" im Europaviertel auf dem Kirchberg.

Rojev

Erka leşkerî sedema penaberîyê ye

Heta niha Daîreya Penaberî û Koçberîyê BAMFê penaxwazên Sûrî, ku ji ber erka leşkerî revîyane wekî penaber qebûl nedikir lê subsidiärer Schutz anku mafê parastinê dida wan. Dîwana Edaletê ya Ewropî li dij vê yekê biryarek da.

Dîwana Edaletê ya Ewropî hefteya çûyî biryareke girîng a ser wan penaberên Sûrî da, ku ji ber erka leşkerî ya mecbûrî revîyane. Dadgerên li Luksembûrgê gihaştin wê encamê, ku ew kesên ku ji ber erka leşkerîyê revîyane divê wekî penaber werin naskirin û parastina giştî bidin wan. Bi wî awayî dadgehê li dij biryara Daîreya Penaberî û Koçberîyê ya Almanyayê BAMFê derket, ku penaxwazên bi wî rengî heta niha wekî penaber qebûl nedikir lê di şûna wê de parastina mirovî anku subsidiärer Schutz dida wan.

Dîwana Edaletê ya Ewropî dadgeha herî bilind a Yekîtîya Ewropî ye û hemû peyman û biryarên îdarî yên welatên endam ezmûn dike, ka li gor huqûqa Yekîtîya Ewropî ne ya na. Piştî ku çend dadgehên îdarî yên li Almanyayê li ser vê mijarê biryarên ji hev cihê dabûn, mijar çûbû ber Dîwana Edaletê. Hevkara me Jomana Djoumma amade kir.

Dîwana Edaletê: Erka leşkerî sedema penaberîyê ye

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 29.11.2020 07:43 Min. Verfügbar bis 29.11.2021 COSMO


Download

Stand: 29.11.2020, 14:34