Live hören
Jetzt läuft: Me Toca von Marina Sena

Dersînorkirina penaxwazên ji Tirkiye'yê

COSMO Kurdî 17.06.2022 42:40 Min. Verfügbar bis 17.06.2027 COSMO


Download Podcast

Rojev

Dersînorkirin zêde dibin

Stand: 18.06.2022, 23:32 Uhr

Tevî hemû rexneyan jî dersînorkirinên penaxwazên ji Tirkiye'yê zêde dibe. Herweha amar nîşan didin, BAMF Tirkan, li gor Kurdên ji Tirkiye'yê şeş caran zêdetir qebûl dike.

Von Celil Kaya

Abschiebung nach Afghanistan

Piştî pandemiyê, hejmara penaxwazên ku ji bo Tirkiye’yê tên dersînor kirin zêde dibe, herçend di vî warî him ji siyaset him jî ji rêxistinên mafên mirovan rexne hene. Hevdem, amar nîşan didin, ku Dezgeha Koçberî û Penaberiyê BAMF serlêdanên Tirkan li gor serlêdanên Kurdên ji Tirkiye’yê 6 car zêdetir qebûl dike. Ev in mijarên me yên vê heftê û em bi endamê berê yê Encûma Bajarê Essen’ê, siyasetmedar Yilmaz Gültekin re dipeyivin.

Ev ne tiştekî nû ye, ku Almanya li hember şerbazî û bin pêkirinên mafên mirovan ên bi destê Tirkiye’yê bêdeng dimîne. Berê sedem bazirganiya di navbera herdu welaten de bû. Bi destpêkirina şerê li Sûrî îcar tirsa hatina penaberan ket dilê Almanya û Ewropa’yê û Tirkiye bû notirvanê sînorên Ewropa, ku nahêle penaber derbas bin. Herweha bi şerê Ukrayna’yê re niha Ewropa ditirse, Tirkiye dûrî NATO’yê bibe û xwe bêhtir nêzî Rûsya’yê bike. Anku Ewropa dema ku mijar dibe Tirkiye, zimanekî hessas û nerm bi kar tîne û behsa hevkariya di navbera welatênb demokrat de dike, wekî ku Serokwezîr Scholz di 14’ê Adarê de di dema seredana xwe ya Tirkiye’yê de gotibû, ji bo wan girîng ew e, ku welatên demokratîk pişta hev bigirin û bi hev re kar bikin. Scholz got, Tirkiye jî tê de endamên NATO ji bo ewlekariyê hevkariyê dikin û parastina dewleta huqûqê û demokrasiyê. Anku Ewropa ji bo parastina demokrasiyê ewê bi Erdoğan re bi hev re dike.

Lê belê herçend ev hevkariya digel Tirkiye’yê wekî mijareke siyaseta derve xuya dike jî, ev siyaset bandora xwe li ser kesên li Almanya’yê dike, bi taybetî ser penaxwazên Tirkiye’yê, ku ji ber zodestiya li Tirkiye’yê xwe avêtine bextê Almanya’yê. Yek ji wan Kurdekî ji Tirkiye’yê Heybet Şener e, ku vê dawiyê medyaya Almanî behsa wî kir. Şener, endamekî Partiya Demokratîk a Gelan HDP ye, ku bi berdewamî di hedefa serokkomar Erdoğan de ye, ku HDP’ê wekî terorîstên di nav Meclîsa Tirk de bi nav dike. Şener herweha li ser torên civakî serokkomar Erdoğan rexne kiriye, ku ev yek li Tirkiye’yê wekî propagandaya terorê yan heqareta li dij serokkomar tên pênase kirin, ku cezayê wê bi salan girtîgeh e. Tevî van hemû jî BAMF’ê serlêdana Şener red kir. BAMF di biryara xwe de dibêje, tirsa Heybet Şener a ji ber taqîbateke li dij wî bê bingeh e.

Abdulkadir Oğuz jî mînakeke din e. Oğuz jî endamê HDP’ê ye û di navbera 2012 û 2014’de ji ber sedemên siyasî di hepsê de maye. Di sala 2019’an de metirsî çêdibe, ku careke din were girtin îcar ew jî direve Almanya’yê û serî penaberiyê dide lê belê BAMF wî jî red dike. BAMF di biryara xwe de dibêje, Abdulkadir Oğuz ji ber sedemên siyasî nehatiye ceza kirin lê ji ber sûcên adî, ji ber ku dadgeha ku ceza daye wî ne dadgeha taybet a dijterorê bû û darizandin di çarçoveya dewleta huqûqê de hatiye meşandin. Lê belê rêxistinên mafên mirovan wekî BAMF’ê nafikirin. Gelek rapor û daxuyanî hene ku dibêjin, dadweriya Tirkî ji aliyê dewletê ve tê bi kar anîn û kesên muxalîf bi sûdariyên bê bingeh ên wekî heqareta dij Serokkomar, propagandayê terorê yan endametiya rêxistineke terorê tên ceza kirin. Dezgeha Human Rights Watch dibêje, sedema vê yekê bi tenê bêdend kirin û çavtirsandina muxalefeta Tirkiye’yê ye.

Helbet ev yek ne tenê tespitên rêxistinên mafên mirovan e. Konseya Ewropî û Yekitiya Ewropî çendîn caran di raporên xwe yên ser Tirkiye’yê de rexne dikin, ku pênaseya terorê ya li Tirkiye’yê hingî berfieh û ne zelal e, ku ev yek dijî dewleta huqûqê ye. Herweha Tirkiye, bi israr biryarên Dadgeha Mafên Mirovan paşguh dike, ku mînakên wekî Osman Kavala yan Selahattin Demirtaş bûbûn sedema tengezariyên navdewlet. Heta li cem Konseya Ewropî nîqaşên ser derxistina Tirkiye’yê ya ji endametiyê jî hatibûn rojevê.

Lê belê ev daxuyanî û rûdan ji bo BAMF’ê tê nakin. Herçend dewleta Tirk, di sala 2019’an de parêzerekî Tirk, ku ji bo BAMF’ê peygîriya dosyayên penaxwazan dikir bi îddîaya sîxûriyê hat girtin û dosyayên bi hezaran penaxwazên li Almanya’yê ketin destê îstîxbarata Tirk jî. BAMF wê demê, dîsa nexwest mafê penaberiyê bide wan kesan, ku agahiyên wan ketibûn destê dewleta Tirk. Penaxwaz mecbûr mabûn serî dadgehên bidin û encax bi biryara dadgehê mafê penaberiyê werbigirin. Vê dawiyê, li ser pirsnameyeke partiya Çep hat diyar kirin, ku di sala 2021’ê de 361 penaxwaz ji bo Tirkiye’yê hatine dersînor kirin.

Bi pandemiyê re hejmara dersînor kirina bi giştî kêmtir bûbûn, wekî mînak di sala 2020’an de ev hejmar 318 bû. Lê weha xuya ye piştî pandemiyê hejmar careke din zêde dibin. Çend ji wan Kurd in nayê zanîn. Lê helbet hêjayî gotinê ye, BAMF penaxwazan red dike jî biryara dersînorkirinê di destê eyaletan de ye.

Schild an der Aussenstelle des Bundesamt für Migration und Flüchtlinge auf dem Gelände der ehemaligen Südkaserne in Nürnberg

Gelek siyasetmedar û pispor dibêjin, BAMF serlêdanên ji Tirkiye’yê bê bêsedem red dike. Ji Niederschasen’ê parêzer Dündar Kelloglu dibêje BAMF bi serlêdanên penaxwazên ji Tirkiye’yê nake. Parêzerên penaberan dibêjin, penaxwaz dema ku belge nîşan didin, BAMF dibêje ew belge sexte ne û bi vî awayî pirr caran biyarên keyfî tên dayîn. Amar herweha rastiyeke balkêş jî nîşan didin, ku helwesta BAMF’ê ya li hember Kurdên ji Tirkiye’yê hiştir e. BAMF’ê parsal di derbarê 6 hezar û 752 serlêdanên ji Tirkiye’yê de biryar daye, ku 2 hezar û 846 ji wan Tirk in û 3 hezar 906 jî Kurd in. Di nav wan de rêjeya qebûl kirina Tirkan dora ji sedî 78 e, rêjeya Kurdan jî ji sedî 13 de. Anku Tirk şeş caran bêhtir hatine qebûl kirin.

Hêjayî gotinê ye, yek ji her sê biryarên redê ku BAMF’ê dide li cem dadgehan tên qebûl kirin. Helbet, pêvajoya dadgehî pêvajoyek e, ku him wext him jî pere divê. Û ew pere bi tenê ji bêriya penaxwazan dernakeve. Li ser pirsnameyeke partiya Çep, Wezareta Darayî ragihand, ku parsal ji ber biryarên şaş û dozên ku li ber dadgehê wenda kirine, BAMF’ê 17 milyon Euro xerca dadgehan daye. Helbet ev yek ne tenê ji bo parsal weha bû. Amar nîşan didin, ji ber biryarên şaş ên BAMF’ê, salane ji 15 heta 25 milyon Euro ji kîsê dewletê diçe. Îsal heta dawiya Adarê dora 6 milyon Euro hatine dayîn, ku tê gûman kirin, ev mîqtar heta dawiya îsal bigihîhe 19 milyonan.