Live hören
Jetzt läuft: Bi Sonraki Hayatimda Gel von Murda & Ezhel

Daîşîyên Alman berpirsîyarîya kê ne?

Rojev

Daîşîyên Alman berpirsîyarîya kê ne?

Aqûbeta Daîşîyên Alman ên li Sûrîye Î Iraqê hîna jî tê nîqaş kirin. Wezîrê Navxweyî Seehofer diwaze wan li wan welatan mehkeme bike, Wezareta Edaletê dibêje ev yek berpirsîyarîya dozger û dadgerên Alman e.

Ev demek e, ku mijara Daîşî yên hevwelatîyê Alman û malbatên wan, ku niha li Sûrî û Iraqê girtî ne, di raya giştî de tê nîqaş kirin. Vê dawî wezîrê navxweyî Seehofer dîyar kiribû, ku êwî, ew dixwaze ew Daîşîyên hevwelatîyên Alman venegerin Almanyayê û li cihê ku girtî ne werin darizanin.

Ji alîyê din de jî berdevkê wezareta Edaletê Maximilian Kall dîyar kir, darizandina hevwelatîyên Alman, ku tev li Daîşê bûne, berpirsiyarîya dozgerî û dadgehên Almanyayê ne. Anku berevajî wî tiştî, ku Wezîrê Navxweyî Seehofer gotibû. Weha xuya ye, hikûmeta Alman jî hîna nikare di warê aqûbeta Daîşîyên Alman de li hev bike.

Lê ji alîyê din de jî gelek malbat serî li dadgehên îdarî didin, ku qet nebe bihêlin ku zarokên wan Daîşîyên Alman werin Almanyayê. Di vî warî de Dadgeha Bilina îdarî ya Berlînê daxwaza malbatan mafdar dîtîbû. Lê belê Daîşîyên mezin ewê çawa be?

Die deutsche Regierung und die IS-Kämpfer

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 18.08.2019 04:51 Min. Verfügbar bis 17.08.2020 COSMO

Download

Stand: 18.08.2019, 12:42