Live hören
Jetzt läuft: The monster von Eminem feat. Rihanna

Alên YPG û YPJ ne qedexe ne

Demonstranten halten bei einer Kundgebung gegen die türkischen Drohungen in Afrin, Provinz Aleppo, Syrien, Fahnen der Kurdenmiliz YPG und anderer Gruppen

Rojev

Alên YPG û YPJ ne qedexe ne

Alayên YPG Û YPJ ev çend sal in di rojeva Almanyayê de ne. Hefteya çûyî Dadgeha Bilind a Îdarî ya Münchenê biryare li ser van alan da û got, ev al serbest in. Wateya vê biryarê çi ye? Gelo bandora wê li ser doz û lêpirsînên ku hîna jî dimeşin çi be?

26ê meha çûyî qedexeya PKKê ya li Almanyayê ket sala xwe ya 27emîn. Ji hingî ve gelek lêpirsîn û darizandin di çarçoveya vê qedexeyê de hatin meşandin û hîna jî tên meşandin. Lê belê nîqaşeke din, ku vê dawîyê gelek caran di rojevê de ye, alayên Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jinan YPJ ne. Gelo ev ala dikevin çarçoveya qedexeya PKKê? Polîsan digot erê û lêpirsîn didan dest pê kirin.

Li çendîn eyaletan lêpirsînên li dij rakirina van alayan çûn ber destê dadgehan wekî mînak Dadgeha Îdarî ya Aachenê û dadgehê ragihand li ser YPG/YPJ biryara qedexeyekê nîne lewma ev ala li Almanyayê serbest in. Lê li Münchenê, him polîs him jî dozgerîyê di lêpirsîn û cezakirina van alayan de bi israr bûn. Heta lêpirsîneke wehat hat meşandin, ku mere matmayî dihişt. Li dij musîkjenekî münchenî polîs û dozgerîyê lêpirsîn dabû dest pê kirin, çima ku wî camêrî nûçeyeke Bayerischer Rundfunk li ser malpera xwe ya facebookê parvekiribû, ku di wêneya nûçeyê de alayên YPG/YPJ dihatin dîtin. Parvekirina nûçeyeke dezgeheke giştî ya Alman, ku debara wê bi GEZ tê kirin, qedexe ye? Gelo ev zêdegavîyek e?

Dadgeba bilind a îdarî ya Münchenê biryareke li ser alayên YPG / YPG da û got ev ala ne qedexe ne anku serbest in. Dadgehê herweha binxêz kir, ku PKK û YPG/YPJ du rêxistinên cihê ne û qedexeya PKK ji bo YPG/YPJ derbas nabe. Lê hin şertên wê hene.

Doza ku rê li vê biryarê vekir, di Sibata 2018an de dest pê dike, dema ku Tirkîye êrîşî Efrînê dike. Wê demê kurdekî hevwelatîyê Tirkîyeyê, li Münchenê beşdarî xwepêşandaneke piştgirîya Rojava dibe û alaya YPJ hildide. Paşê dozgerîya Münchenê ji wî Kurdî re doza cezayekî 2 hezar 400 Euroyî dike, anku beranberî 60 rojên girtîgehê. Camêr li ber dadgehê qezenc dike. Lê dozgerî vê carê dosyayê dibe Dadgeha Bilind a îdarî ya Münchenê. Hefteya çûyî dadgehê biryara xwe aşkere kir.

Alên YPG û YPJ serbest in

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 06.12.2020 08:37 Min. Verfügbar bis 06.12.2021 COSMO


Download

Stand: 06.12.2020, 17:01