Neuer Abschnitt
Nifşa ciwan berdewamî di nav qeyranê de ye
COSMO Kurdî. 27.05.2022. 24:42 Min.. Verfügbar bis 27.05.2027. COSMO.
Rojev
Ciwan berdewamî di qeyranê de ne
Stand: 27.05.2022, 16:00 Uhr
Şewba Corona, şerê Ukrayna'yê û pirsgirêkên jîngehî. Ev hemû dibin sedem ku nifşa nû ji bo sibêroja xwe bikevin nav tirs û fikaran. Dêrûnînas Lana Gaff şîretan li malbatan dike.
Neuer Abschnitt
Pandemiya Corona hîna bi dawî nebû, îcar di meha Sibatê de şerê li Ukrayna’yê dest pê kir. Herweha tirs û fikarên jîngehî jî didomin. Ev qeyran jî herî zêde bandora xwe li ser ciwanan dikin: Ev yek serencama lêkolîneke li Almanya’yê ye.
Ji ber van qeyranan êdî ciwan nikarin ber xwe bibînin û ji xwe plansaziyeke sibêroja xwe bikin. Ji her du ciwanan yek ji ber wê yekê bi fikar e, ku şerê Ukrayna’yê li seranserî Ewropa’yê berbelav be. Herweha ciwan ji ber rewşa aborî jî bêzar in.
Şêwirmenda koçberiyê ya li Köln’ê, dêrûnînas Lana Gaff encamên vê lêkolînê rave dike û herweha şîret li malbatan dike, ku di van demên zehmet de çawa dikarin alikariya ciwanên xwe bikin, ku hêviyên xwe yên ji bo sibêrojê ji dest nedin.
