Koblenz: Karmendekî muxaberata Sûrî mehkûm bû

Richterhammer vor Paragraphenzeichen

Rojev

Koblenz: Karmendekî muxaberata Sûrî mehkûm bû

Vê heftê dadgeha Koblenzê li karmendekî xebatkarekî berê yê Muxabarata Rejîma Sûrî 4 sal û 6 meh cezayê zindanê birrî. Cara pêşî dadgeheke Almanyayê kesekî Sûrî ji ber îşkence û sûcên li dij mirovahîyê ceza kir.

Ji sala 2002an û vir de di qanûna cezayî ya navdewletî ya Almanyayê de prensîba selahîyeta cîhanî heye. Li gor vê prensîbê dadgehên Almanyayê ne xem e li kê derê cîhanê pêk hatibe, dikarin sûcên li dij mirovahîyê mehkeme û ceza bikin. Bi gotineke din nehewce ye, ku têkilîya wan sûcan bi Almanyayê re hebe, an ku qurbanî yan faîl hevwelatîyê Almanyayê nebin jî dadgehên Almanyayê xwe berpirsîyar dibînin.

Çarşema çûyî jî Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Koblenzê îmze avêt bin biryareke dîrokî û li cîhanê cara pêşî li gor vê prensîba selahîyeta cîhanî biryarek da. Dadgehê karmendekî berê yê muxabarata rejîma Sûrî ji ber sûcên li dij mirovahîyê ceza mehkûm kir. Karmendê berê muxabarata Sûrî, Eyad. A. ku tevî hevjîn û şeş zarokên xwe li Almanyayê dijî, 4 sal û 6 meh cezayê zindanê stend. Hûrgilîyan hevkara me Jomana Djoumma radigihîne.

Rojev-4,5 sal ceza ji bo karmendekî muxabarata sûrî

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 28.02.2021 07:28 Min. Verfügbar bis 28.02.2022 COSMO


Download

Stand: 28.02.2021, 16:22