Live hören
Jetzt läuft: Nasnusa von Sababa 5 feat. Yurika

Bazarîya Rûsan a ser Ein Isa

Der türkische Staatspräsident Recep Tayyip Erdogan (l) und der russische Präsident Vladimir Putin (r)

Rojev

Bazarîya Rûsan a ser Ein Isa

Êrîşên ser Ein Issa re berdewam dikin. Ev bajaroka piçûk ev sê hefte ne di bin topbara Tirkîye û çekdarên îslamî de ye. Li alîyekî ew li alîyê din de jî Rûs zextê li ser rêvebirîya xweser dikin, ku bajêr radestî rejîmê bikin.

Ev sê hefte ne artêşa Tirk û çekdarên Îslamî, ku Tirkîye piştgirîya wan dike, êrîşên xwe yên ser Bakurê Sûrîyê zêdetir dikin. Vê carê hedefa êrîşan bajarokê Ein Isa ye. Ein Isa di bin Kobanîyê de, ser rêya navdewletî ya M4 de ye. Biryar bû Rûsya li der û dora bajêr xalên çavdêrîyê deyne û vê dawîya leşkerkêşîyeke lêzede hatibû kirin.

Li gor çavkanîyên rêveberîya xweser, Rûsya zextê dike ser wan daku bajêr adestî rejîma Sûrî bike. Anku Rûsya dibêje, wekî ku li Efrînê kir, heger bajêr nedin rejîmê, ewê pêşî li êrîşên Tirkan negirin û talîyê de bajar bikeve destê Tirkîye û çekdarên îslamî yên ser wê ve.

Gelo Rûs dixwazin Ein Isa beraber Idlibê bidin Tirkan? Yan ew hemû taktîk in? Gelo helwêsta Amerîka ewê çawa be, ji ber ku Ein Isa li Rojhilatê Feratê ye. Rêvebirê dezgeha civaka sivîl, PÊL Civil Waves ji birê Ferhad Ehme şîrove dike.

Rojev-Eyn Îsa di bin gefan de ye

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 03.01.2021 06:10 Min. Verfügbar bis 03.01.2022 COSMO


Download

Stand: 03.01.2021, 18:49