Live hören
WDRcosmo - Der Sound der Welt

Almanya: Naskirina Fermana Êzîdiyan

COSMO Kurdî 01.07.2022 40:08 Min. Verfügbar bis 01.07.2027 COSMO


Download Podcast

Rojev

Almanya: Naskirina Fermana Êzîdiyan

Stand: 01.07.2022, 14:38 Uhr

Di 20'ê mehê de li Parlamentoya Federal kombûneke li ser naskirina fermana ser Êzîdiyan a sala 2014 hat li dar xistin. Gelek nûner û şexsiyetên Êzîdî jî di civînê de amade bûn.

Von Celil Kaya

Jesiden im Irak auf der Flucht, Frau mit 4 Kindern

Jesiden im Nord-Irak auf der Flucht

Hakîma Taha yek ji wan jinên Êzîdiyan e, ku ji destê Daişê filitiye. Wê di 20’ê mehê de li Bundestagê behsa Serpêhatiya xwe kir, ku ne tenê ya wê ye lê belê serpêhatiya bi hezaran keç û jinên Êzîdiyan e. Hakîma jî, wekî Nadia Mûrad, Lamia Hacî Beşar derdikeve pêş û behsa wê wehşetê dike, û tenê ji bo xwe lê ji bo Êzîdiyên din, ku dengê xwe nikarin bigihînin cîhanê.

Hakîma Taha li Bundestag’ê li pêşiya Komîsyona Mafên Mirovan û Alîkariya Mirovî peyivî, ku ji bo gotûbêja naskirina Fermana Êzîdiyana a sala 2014’an a wekî Genozid anku nijadkujî hatibû li dar xistin. Komîsyon di encama bi hezaran îmzeyên ku hatibûn kom kirin civîya. Serkêşiya vî karî jî, ji Berlîn’ê, hevserokê rêxistina die Stelle für Jesidische Angelegenheiten Gohdar Alkaidy kir.

Jesiden im Irak

Fermana 74’an a ser gelê meyê Êzîdî, di Tebaxa 2014’an de pêk hat. Hovên Daiş’ê êrîşî Şingalê kirin, dora 5 hezar kes bi destê wan hatin kuştin û li gorên komî hatin veşartin. Herweha bi hezaran keç û jinên Êzîdî jî ketin destê Daişê, ku aqûbeta hin ji wan hîna jî nayê zanîn. Da ku mirov bikaribe êş û jana wan jinan tarîf bike, peyv jî têrê nakin.

Di vê civînê de huqûqnas jî beşdar bûn, ku wan bi awayekî aşkere got, Fermana Şingal’ê Genozid e. Prof. Dr. Florian Jeßberger got, hovîtiya Daişê ya li Şingalê bi berfirehî hatine belge kirin û ew yek di normên huqûqî de Genozîd e. Huqûqnas her weha bal kişand ser wê yekê, ku sûcên ku Daişê kirine, ne tenê Genozid yan sûcên şerrî ne lê belê herweha sûcên li dij mirovahiyê ne. Anku, li Şingal’ê ne bi tenê Êzîdî hatin kuştin, lê mirovahî jî hat kuştin.

Situation der yezidischen Flüchtlinge in der Stadt Zaxo und Duhok im Nordirak

Di civîna li Bundestag’ê de çendîn rêxistin û şexsiyetên Êzîdiyan beşdar bûn. Serkêşê vî karî, die Stelle für Jesidische Angelegenheiten bû. Herweha ji Şêwra Navendî ya Êzîdîyên Almanya’yê Irfan Ortaç, ji Navenda Mal û Komelên Êzîdiyan (NAV-YÊK) Yilmaz Kaba, ji Hawar.help Düzen Tekkal û herweha zanyarê Êzîdî Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan jî di kombûnê de amade bûn.

Çalakvana Êzîdî Düzen Tekkal balê dikişîne ser vê pirrengiya rêxistinên Êzîdî û dibêje, rêxistin û ciwanên Êzîdî divê peygiriya vê dozê bikin û gelê xwe yê jar ji bîr nekin. Gohdar Alkaidy pê bawer e, ku Ferman ewê wekî Genozid were naskirin û ew yek dê ne bi tenê rêz girtina gelê Êzîdî be lê herweha ji bo Êzidiyên li welêt jî riya alikariyan veke. Düzen Tekkal jî di heman baweriyê de ye. Ew herweha bal dikişîne ser hejmara Êzîdiyên li Almanya’yê û bandora wan a xurt.

Demonstranten protestieren gegen die Verfolgung der Jesiden durch den islamischen Staat im Nordirak.

Demonstration der Jesiden gegen den IS

Herçend di fermiyetê de Daiş di warê leşkerî de hatibe têkbirin jî, pevçûnên li Şingal’ê nesekinîn. Ji aliyekî ve Serokkomarê Tirk Erdoğan bi berdewamî gef li Şingal’ê dixwe. Vê dawiyê, Artêşa Iraqê li ser daxwaza Tirkiye’yê êrîşî Şingal’ê kir. Di hedefa wan de Yekîneyên Berxwedana Şingal’ê YBŞ hebûn, ku nêzî PKK'ê ne.

Du hefte berê drohnên Tirk li sinûnê êrîşê avahiya Meclîsa Gel kir, ku di encamê de zarokekî 12 salî jî tê de 4 kesên sivîl hatin kuştin. Mirina xelkê sivîl hêrsa li cem niştecihên Şingal’ê jî zêde dike.

Ein Helikopter landet mit Hilfsgütern, um Jesiden zu helfen, die auf der Flucht sind

Di vê xelekê de em li ser axaftinên beşdar û pisporan hûr dibin û em herweha ji Navenda Mal û Komelên Êzîdiyan (NAV-YÊK) bi birêz Yilmaz Kaba re dipeyivin, ku ew jî di vê civînê de amade bû.