Live hören
Jetzt läuft: Ponta De Lanca Africano von Jorge Ben

Alîkarîya Corona ji bo Hunermendan

Köln: Auf der der Werbetafel eines Kinos steht "Kultur ist nicht Alles, aber ohne Kultur ist Alles nichts".

Rojev

Alîkarîya Corona ji bo Hunermendan

Ev du hefte ne li Almanyayê jîyana giştî bi qismî hat daxistin. Tedbîr li gor bihara çûyî siviktir in. Lê belê tadeya mezin li wan kesan hat, ku di beşên çalakî û hunerî de kar dikin. Hikûmeta federal vê carê ji bo wan jî pakêta alîkarîyê danî.

Soloselbstständig

Ev du hefte ne li Almanyayê „Lockdown Light“ anku daxistina giştî ya sivik heye, ku biryar e herî kêm heta dawîya vê mehê berdewam bike. Em dibêjin vê carê daxistin sivik e, ji ber ku li gor bihara çûyî hemû jîyan hatibû daxistin. Lê niha dibistan û bexçeyên zarokan vekirî dimînin û kuafor jî vekirî ne herçend restoran û cafe dîsa hatin girtin jî.

Lê vê carê derba mezin li beşên çalakî û çandê ket. Kesên ku di van waran de kar dikin Soloselbstständig anku serbest dixebitin û herweha ji pakêta alîkarîyê ya bi hêjayî mîlyarên Euro bê par mabûn. Hikûmetê federal dengên wan bihîst û ji bo çareserîyê ji bo wan jî pakêteke alîkarîyê danî. Roja înê Wezîrê Darayî û Wezîrê Aborîyê li hev kir. Di vê pakêta alîkarîya Novemeber de çi heye? Kî dikare çi qas alîkarîyê bistîne? Hevkama me Jomana Djoumma radigihîne.

Alîkarîya Corona ji bo hunermendan

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 15.11.2020 08:07 Min. Verfügbar bis 15.11.2021 COSMO


Download

Stand: 15.11.2020, 15:21