Live hören
Jetzt läuft: The Sekele Movement von Pasteur Lappé

5emîn salvegera Fermana 74an

Demonstranten protestieren gegen die Verfolgung der Jesiden durch den islamischen Staat im Nordirak.

Rojev

5emîn salvegera Fermana 74an

Berîya niha bi 5 salan, di 3ê Tebaxa 2014an de Daîşê êrîşî Şingalê kir. Bi hezaran mêr û pîrejin kuştin, bi hezaran jin û keç û zarok jî ji xwe kirin kole û ew li bazaran firotin. Bi hezaran êzîdîyên niştecihên Şingalê jî berê xwe dan çiyê, lê li wir jî di wê germa havînê de jî tî û birçî man. Çendîn dayîk zarokên xwe, ku ji germana be'ecîn li wir hiştin.


Berîya niha bi 5 salan, di 3ê Tebaxa 2014an de Daîşê êrîşî Şingalê kir. Bi hezaran mêr û pîrejin kuştin, bi hezaran jin û keç û zarok jî ji xwe kirin kole û ew li bazaran firotin. Bi hezaran êzîdîyên niştecihên Şingalê jî berê xwe dan çiyê, lê li wir jî di wê germa havînê de jî tî û birçî man. Çendîn dayîk zarokên xwe, ku ji germana be'ecîn li wir hiştin. Piştî êrîşê, hêzên Kurdên ji Sûrî dikarîn ji wî alîyê sînor korîdoreke vekin û êzîdîyan xelas bikin. 

Helbet ev ne yekem ferman bû, ku dihat serê êzîdîyan. Lê ev 74emîn Ferman di roja me ya îroyîn de pêk hat, ku em dibêjin dinya pêş ketîye, mafên mirovan hatine nas kirin. û Cihan gelek dereng hat hawara Kurdên me yên êzîdî.

Vê heftê, Parlamentoya herêma Kurdistanê bi biryarekê  3. Tebaxê wekî roja bibîranîna Fermana ser Êzîdîyan ragihand. Bi boneya vê rojê ême jî du mêvanên me yên studyoyê hebûn. Sabir Berakat, ku xelkê Şingalê ye û him mexdûr him jî şahidê wê karesatê ye. Herweha ji Zentralrat der Êzîden, Jiyan Aldonanî jî, ku ji me re behsa îroyîn a Şingalê û êzîdîyan kir. 

ROJEV-Sabir Barakat ji komkujiya Şingalê ya 03.08.2014 filitî

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 04.08.2019 05:10 Min. Verfügbar bis 03.08.2020 COSMO

Download

ROJEV-Êzidîyan 5emîn salvegera fermana li Şingalê bibîrtînin

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 04.08.2019 05:53 Min. Verfügbar bis 03.08.2020 COSMO

Download

Stand: 05.08.2019, 12:45